Zanîngeha Artukluyê ya #Mêrdîn#ê ji ber ku di repertuara wê de stranên Kurdî hebûn destûr neda sopranoya Kurd Pervîn Çakar ku li zanîngehê konserê bide.
Sopranoya Kurd Pervîn Çakar ji bo ku konser bide serî li Rektoratiya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê da.
Zanîngeha Artukluyê serlêdana Pervîn Çakar bi erênî pêşwazî kir û jê repertuara wê xwest.
Piştî ku Çakar repertuara xwe şand, rêveberiya zanîngehê ragihand ku ew destûr nadin konserê.
Li ser vê yekê Çakar li ser hesabê xwe yê Twitterê ev biryar bi raya giştî re parve kir û wiha got:
Ji bo ku di meha Gulanê de konser bidin me daxwazname ji salona konserê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdîn re nivîsand. Rektor pir erênî bû. paşê repertuara min a konserê xwestin.
Ji ber ku di repertuara min de berhemên Kurdî hebûn, salona konserê nedan min. Ez xemgîniya ku ez nikarim li bajarê xwe konserê bidim dijîm.
Di repertuara hunermendekî de kîjan ziman hene nayê pirsîn. Ev sûcê mirovahiyê ye.”
¤¤¤
Abdurahman Kurt: Yên ku em wan dost dizanin ji pişt de li me xistin
Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurahman Kurt li ser parvekirina Pervîn Çakar a Twitterl bersiv da û got:
Mixabin Pervîn xanim, ev helwesteke ku em qet li bendê bûn, em jî şaşmayî man û xemgîn bûn, tevî hemû hewldanên me di ser de em rastî meydan xwendinê jî hatin, lê bila wisa be qet xem nekin em dê wan jî derbas bikin.
Rêzikên qanûnî yên ku me bixwe derxistiye, helwestên tirsonek ên ku bikaranîna mafên desteserkirî yên ku me paşve dane jî asteng dike mixabin yên di nav me de em difikirîn ku dostên me ne ji pişt de li me xistin.”[1]