Wek tê zanîn, di şerr û pevçûnên navbera romê û serhildêrên kurda de, rol û pratîka sîxur û mîlîsan di asta jor de cî girtibû.
Mîlîsên wê demê, di hêla istixbaratê de kesayetên bi taybet, bihêz û wezîfedar bûne. Cîyê şervanên kurda herdem bi destê wan sîxura hatine deşîfrekirin, di şehadeta lehengên kurda de rola herî mezîn wana lîstine.
Carina xayînên wek Xido û Medenî, şêrên Stûgulî, Ebdilhemîd û Mihemed bi wan ve derketine, bi gulleyên Modoliyan xelat kirine.
“Lo lo Xido lawo mi ji te re nego neçe Gozelderê, Evdilhemîdê Stûgulî li te derê,
serê te jêke dayne ser barê kerê…”
Carina jî, bi fîşega şêrekî Gilîdaxê, li textika çoka Kerîm Efendî xistine ling di nîvî de jê firandine… Pirê wan sîxur û mîlîsan bêceza nemane..
Di vê belgeya Arşîva Komarê de jî xuya ye ku yek ji wan mîlîs û sîxurên devbixwîn Kerîm Efendî bûye…
LÊ LÊ HEDÊ…
Lê lê Hedê rebenê, şerekî li me çêbû, li Şehîdê Gazê,
Li Gola Newêrê li tixûbê Eranê, dayê rebenê kula dilê min û te ra wa li hember e.
Liber çavê Şêx Zahir, berxê Mala Baban durbûn e, destê kekê mi de xarîte ye…
Belkî kula Xwedê bi kul be, têkeve mala bavê “KERÎM EFENDİ” kurmancê xayîn daye pêşîya eskerê Sêrtê, alaya Wanê, tabûra Bedlîsê,
Kişandî rêka alîyê me ye
Kesekî xêrxwaz tune cabekî bide Kirrê Celalîya,
Cem Şêx Xiyasedin birayê dilşewitî
Bêje mala te mîratbûyo derbekî dane bejin û bala Şêx Zahir, berxê Mala Baban,
Birîna kekê te xedar e, çara wî tune ye…[1]