Peyva xişaf an xoşav peyveke #Kurdî# ya resen e (xoş av), ku ji du beşan pêk tê (xoş) ya tê bi wateya xweş û (av) ya tê wateya ava xweş.
Kurd yên pêşîn bûn ku xoşav amade kirin û ew yek ji pîşesaziyên kevneşopî yên malên kurdî ne, nemaze li deverên çiyayî ku darên mêweyan li #Kurdistanê# pir in, û xoşava herî navdar xoşava Zerdeluyan (Mişmişan), an ya Zerdeluyan bi Mewîjan re, an ya Mewîjan e.
Li Kurdistanê Xoşav tê pêşkêş kirin bi xwarina bi navê Şamborek, an bi Kutlikan re, çi kutilkên di avê de kelandî ne (kutilkên ji hevîrê bê goştê kutayî hatiye strandin), an kutlilkên ku hevîrê wan bi goştê kutayî re hatiye strandin, çi sorkirî bin, çi biraştî bin, Kurdan rêbaza amadekirina Xoşavan veguhastine welatên Şamê û ev nav heta îro li wir tê bikaranîn, nemaze li bajarê Şamê.
Rêbaza parastina Mêwan di ava şekirê de, ya bi navîngeniya (%20-40%) şekir, bi awayê Xoşavî, yek ji wan awayên ku ji bo parastina gelek celeb Mêwan wekî Ananas, Zerdelu, Gilyaz, Xox, Hincas, Sêv û Tirî, li gelek welatên cîhanê di asta Pîşesazî de, ji ber ku ev rêbaz bi parastina û cêja Mêwan, baştir e ji rêçelan.
Bi gelemperî, di asta pîşesaziyê de di kargehên nûjen de, evene gavên herî girîng in ji bo çêkirina Xoşavan, li gorî yekê ji du rêbazan:
A – Rêbaza sar:
Amadekirina berikên Mêwan (şûştin, hilisandin an qaşkirin, perçekirin û derxistina navikan an sîsikan).
Brik li gorî celebê Mêwe têne perçekirin ji du perçan an bêtirî dudiyan û yên perçekirî têne noqkirin di ava bi tîrbûna % 2 tirşiya lêmûnê de, ji bo reng neyê guhertin, heya ku amadekirin bi dawî dibe.
Kelandin: Parçeyên Mêwe 90 çirkeyan (saniye/second) têne kelandin, paşê zû bi ava sar tên sarkirin û dûvre tên dagirtin di cêrên ji cam de.
Aveke şekirî tê amadekirin bi tîrbûna (% 40) şekir û ev av dûv re tê germkirin heya pileyên (80-90) ºC. Paş re tê valakirin ser perçeyên Mêwe yên hatine kelandin di cêran de, bi awayê valhiya bi 1 cm. ve bimîne.
Xirskirina (strîlêzkirin/sterilization) cêrên hilberî, di serşokeke ava germ di pileya (100 ° C) dem bo (30) xulekan, û dûv re di serşoka ava sar de têne sarkirin bi lez daxistina pilya germahiya hilberî bo pileya xwezayî.
B – Rêbaza germ:
Heman gavên berê têne kirin û piştî ku Mêwe amade dikin û wan di nav ava tirşiya Lêmûnê de noq dibin, avşekirî heya (80-90 ºC) tê germ kirin û dûvre perçeyên Mêwa (2-3) xulekan tê de dimîne, piştî wê perçeyên Mêwan têne dagirtin di cêran de, û dûv re jî avşekirî tê rijandin bi ser wan de û têne xirskirin (strîlêzkirin/sterilization) bi heman awayê berê de.[1]