Zilm û komkujiyên werin jibîrkirin, tên dubarekirin
Îsal, 8. salvegera fermana 72. a #Şengalê#
bi keziyê keçika Êzdî li kevira Ciyayê Şengalê lefandî,
bi hovîtî û rûreşiya mezata dayik û xuşkên me keç û jinên Êzdî,
bi helbesta kekê Eskerê Boyîk, yê xwîn ji dilê wî diherike,
bi banga mamoste kekê Kemal Tolan,
bi hewar û loriya kelama Hesen Şerîf
lanet li kujer û qatil û rêxweşkiriyan dibarînim,
cangoriyên fermana 72. bi rêz û hurmet bibîrtînim, yad dikim.
*
Mirovê bi vê fermanê û bi van hovîtiyan ne êşe,
ne mirov e
tenê loda goşt û hestiyan e
bê hest e
bê eqil e
bê vicdan e.
Vêca…
Kurdê/a bi vê êşê ne êşe,
ne Kurd e,
ne Kurdistanî ye
bê şerm û pêxas e
dijminê miletê xwe
kîndarê welatê xwe
sîxur û peyayê dijminê xwe ye.
Ey xuşk û birayê Êzdî
Kurda Êzdî, Kurdê Êzdî…
Nabêjim Êzdiyê Kurd û Êzdiya Kurd
Jiber ku hemû Êzdî Kurdê resen in,
Lê Kurd hene bûne cihû,
bûne mesîhî, bûne musilman.
Ew Kurdê cihû, Kurdê mesîhî, Kurdê musilman in.
Lê Êzdî ji berê û berê ve Kurd in,
Zimanê wan Kurdî ye.
Zimanê kîtêba pîroz meshefê Kurdî ye
Dua û nifirê wan kurdî ye.
Ew bi Xweda re tenê dikarin bi Kurdî biaxivin
Zarezara xwe bi Kurdî digihînin
Xweda, Ezda û melekê Tawis.
Baweriya zimanê wê bi Kurdî ye
Baweriya Êzdiyatiyê ye
Êzdiyatî hêştiye zimanê Kurdî
Heta û heta bimîne, reseniya xwe biparêze.
Kî jiber baweriya Êzdiyatiyê
Dijminahiya Êzdiya bike
Bêje Êzdiyatî şîrk e, heram e
Kurdan pîs dike,
Eger Kurd vê bike
XWE BI XWE PÎS DIKE.
*
Kurdo xwe biparêze
Bi fêl û fitneyên dijminên xwe
Nexape!
Xuşk û birayên xwe Êzdî hemêz bike.
Xuşk û birayên xwe Yaresan, Ehlê Heq, Elewî hez bike.
Qet ti ferq û cudahî nexe
nav Kurdê cuhî, Kurdê mesihî, Kurdê musilman.
Bo baweriyên cuda rêz bigre
Baweriyê an ne bawer kirinê
neke egera hesudiyê, fesadiyê, dijîtiyê û dijminahiyê.
*
Eger dixwazî bibî milet
Eger dixwazî bibî xwedî “tac û dewlet”
Eger dixwazî bibî mirovhez, hevdemî û şorişger
Eger dixwazî bibî mînaka medeniyetê
Serê her tiştî ferq û cudahiyên xwe binase
Ji rengên cuda, qevda rengan bihone
Netewe pirreng e,
wekî rengên li siruştê welat,
wekî pişta eyşo fatê ku carna asîman dixemilîne.
Wisa emê bibin neteweke ji xwe razî û hevgirtî.
Ji me re ev divê…
*
Li dawî careka din
Di heştemîn salvegera fermana heftê û duyemîn de
Vedigerim mijara xuşk û birayên me yên Êzdî.
Bang û gazina xwe dubare dikim:
Fermanê, fermanan jibîrnekin,
Xuşk û birayên xwe Êzdî hemêz bikin.
*
Xweziyekî me ji xuşk û birayên me Êzdî jî heye
Demê dibihîsim
Êzdiyek dibêje, “Ez ne Kurd im”!
Dinya bi serê min re dirûxe.
Ma eger tu ne Kurd î,
Kurd kî ye?
Gotina Kurdê resen ji bo kî ye?
Ew zimanê meshefa reş, çi ye?
Ma tu dizanî û dikarî bi zimanekî din
Ji xwedayê erd û ezmanan xêr û xweşiyê bixwazî?
Hema ew qasî bes e!
Ji wan dilreşan re
Ên hesudiyê û fesadiyê li me direşînin
Û kîna xwe bi ser me re dirêjînin.
Ji we re çend gilî û galegal,
Cend gotinên dawî…
Ez Kurd im, em Kurd in
Êzdî Kurdê resen e, Kurdên resen in
Ma tu çawa goştî ji nûnikê radikî
Nûnikê ji goştî dikêşî?
Bes e, ji van xapandinan re!
Ev hemî leyistokên dijminan in
Ji bo nehêlin em bibin neteweyeke
nav xwe de aş û aram û ji xwe razî.
Ji bo em nebin dewlet û xwedî serwerî.
Ji hev xistin û bi hev xistin û pişaftin…
Yanî “bol ve yonet”a Tirkan
Kemberê Erebkirina Erebên samî
Qaşo mirovayetiya bi me Kurdan re ya Farisan
Hemî leyistik û siyaset û stratejî ne
Bo tunekirina Kurdan, nehêlana Kurdistan.
De vêca biryara xwe bide
Dixwazî bimînî Kurd,
Zimanê te bimîne Kurdî,
Welatê te Kurdistan?
Eger bersiv “Erê” ye
Careserî, hevdu hemêz kirin e.
Tenê rê, bi êşa hevdu êşîn e.
Ez bi êşa xuşk û birayên xwe Êzdî diêşim,
Êşa we êşa min e.
Namûsa we ya li mezata hovan, îfet û namûsa min e.
Keç û jina li ber firotinê
Xuşka min e, diya min e.[1]