Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,803
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,651
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Romana Mehmet Uzun ‘Tu’bi îtalî weşiya, me bi wergêr re xeber da
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mehmet uzun
Mehmet uzun
Hevpeyvîn: Brahîm Ronîzêr
Werger hêmaneke sereke ye ku wêje û çanda neteweyekî bi dinyayê dide nasîn û berbelav dike. Wêje û zimanê kurdî jî ji hîmên xwe yên zexm niha xwe nûjen dike û divejîne. Cara pêşî romanek ji kurmancî li îtalî hate wergerandin û bû hêviyek ku şopekî dayne ji bo gelek xebatên xweşik. Li ser vê wergerê, wergera romana ‘Tu’ ya Mehmed Uzun em bi wergerê wê re, bi Francesco Marîlungo re axivîn. Marîlungo dibêje, “Werger pira herî xurt e di navbera çandan de, nivîskaran û xwendevanan de, guhdêr û axêveran de. Ez hêvîdar im digel baldariya li ser berxwedana kurdan li dinyayê, baldariya li ser wêje û çanda wan jî zêde bibe.”
Birêz Francesco Marilungo, tu dikarî bi kurtayî ji xwendevanên kurdî re xwe bidî nasîn? Ji xeynî kurdî û îtalî tu bi kîjan zimanî dizanî?
Francesco Marilungo: Baş e. Ez di sala 1983’yan de li gundekî piçûk ê li perava Deryaya Adriatîk ji dayik bûm. Min li Romayê li Zanîngeha Sapienza xwendina Wêjeya Îtalî kir. Di sala 2009’an de min dest bi serdana Tirkiyeyê kir. Di sala 2010’î de ez çend mehan li Stenbolê mam û li wir li Enstîtuya Çandê ya Îtalyayê xebitîm. Di îlona (rezbera) 2010’an de ez wekî Cîgirê Comenius hatim Amedê. Ez du salan li wir mam. Di sala 2011’an de, min bi derhêner Tommaso Vitali re, belgefîlma This Was Hasankeyf (Ev Heskîf bû) çêkir. Di sala 2012’yan de min li Zanîngeha Exeterê li ser Edebiyata Kurdî û Tirkî dest bi bernameya doktorayê kir. Di sala 2015’an de zarokek me çêbû û ez vegeriyam gundê xwe. Ez ji bo rêxistineke civaka sivîl a herêmî kar dikim, û lêkolîna me li ser wejêya Îtalî, Kurdî û Tirkî berdewam e. Ji xeynî kurdî û îtalî ez bi tirkî, îngilîzî, hindik frensî, spanî û latînî dizanim. Daxwaza min heye ku ez soranî û erebî jî fêr bibim, lê wextê min qet tune.
Te çawa dest bi hînbûna kurdî kir? Tu çawa hîn bûyî? Ji xeynî kurmancî zaravayên din ên kurdî jî dizanî?
Ez nikarim bêjim ez fêrî kurdî bûme. Lê ez dikarim bêjim ku ez her roj bêtir fêr dibim. Min di sala 2010’an de li Diyarbekirê dest bi xwendina kurdî kir. Wê demê, li dibistanekê ez wekî mamoste xebitîm û min dest bi beşdarbûna dersên Kurdî-Derê kir, li gel gelek kurdên ku dixwestin zimanê dayikê fêr bibin. Dûre min dersên taybet ji mamosteyên hêja Îbrahîm Xelil Taş û Mirad Bayram girtin. Dema ku ez li Amedê dijîm (2010-2012) min xwendina xwe domand. Dûre di îlona 2012’yan de min li Zanîngeha Exeterê dest bi doktorayê kir û li wir min bi Profesor Clemence Scalbert, Christine Allison, Deniz Ekici û Kawa Morad re xwend. Ji sala 2012’yan û pêve min hew derfet dît ku biçim Bakur. Ez ‘li sirgûnê’ xwendina xwe didomînim. Her roj ez hewl didim ku bi xwendina romanên kurdî û li peyrojname û medyayên kurdî fêrî tiştekî nû bibim. Ez nikarim pir baş biaxivim, lê ez baş dixwînim û pêşde diçim. Ev rêyek e ku ez hêvî dikim hê gelek salan dê bidome.
Tu dibêjî xwendina xwe ‘li sirgûnê’ didomînim. Sirgûnî di demên borî de ji bo xebatên li ser kurdî, ji bo xwendin û nivîsandinê, ji bo Wêjeya Kurdî piranî derfetên hêja bi xwe re dianîn. Sermeselê, wekî gelekan Mehmed Uzun jî hê wê demê romanên xwe li derveyî welêt afirandin. Lê her wiha li sirgûnê mirov ne kokên xwe ye, ne di nav danûstandina zimanê xwe de ye. Gelo astengiyek heye ji bo tu werî Tirkîyeyê?
Bêguman, hûn ji min çêtir dizanin sirgûn ji bo vejîna Edebiyata Kurdî ya hemdem çiqas girîng bû. Min ew term, sirgûn, bi taybetî bi kar anî, lê bêguman rewşa min ne ew qas bi êş e, wekî nivîskarên kurd ên mîna Mehmed Uzun û yên din. Ez nêzikî ziman û çanda xwe me, lê ez nikarim nêzî çanda ku pir jê hez dikim, yanî çanda kurdî bim. Di sala 2013’yan de ez ji Îngilistanê diçûm Tirkiyeyê, lê li balafirgehê polîsan nehişt bikevim welêt. Wan tu agahî neda min û ji min re gotin ku ew qedexeyek domdar e, yanî sînornekirî ye. Dûre, di jiyana min de gelek tişt qewimîn û min derfet nedît ku ez vegerim. Rewşa siyasî li Tirkiyeyê pir xirabtir e. Loma wisa xuya dike, mixabin ez ê hê pir li benda rabûna qedexeyê bim.
Li Îtalya kurd-kurdî, Wêjeya Kurdî tê nasîn? Ji xeynî wêjeyê haya te ji xebatên li ser kurdî heye li Îtalya? Ji Garzoni û vir ve xebatên zimanî hene gelo?
Mixabin, Wêjeya Kurdî li Îtalyayê pir baş nayê zanîn. Bi gelemperî aliyên siyasî yên pirsgirêka kurd bala civaka me dikişîne. Çand û wêje bi piranî hatiye paşguhkirin. Piştî Maurizio Garzoni, kevneşopiya xwendina kurdî li Îtalya rawestiya û rewşê li Ewropayê jî wisa berdewam kir. Di salên şêstî de nivîskar û wergêr Joyce Lussu li Kurdistanê digere, helbestvanên kurd nas dike, bi wan re diaxive. Hewl dide hinek helbestvanên kurd ên wekî Cegerxwîn û Pîremerd wergerîne. Lê Joyce Lussu bi kurdî nizanîbû, loma ev daxwaza wê pêk nehat.
Dûre di salên heştêyî de Laura Schrader antolojiyeke (Canti d’amore e di libertà del popolo curdo) girîng a helbesta kurdî çap kir. Kela Dimdimê ya Erebê Şemo, hin berhevokên wêjeya devkî, bijarteyek ji helbestên Şêrko Bêkes û romaneke Bextiyar Elî hatine wergerandin. Lê ev hê hindik e. Ji bilî pirtûka Bextiyar Elî, berhemên din hemû ji weşanxaneyên pir piçûk derketin. Em nikarin bêjin ku haya civaka îtalî ji Edebiyata Kurdî çebû an jî heye.
Îsal min Tu ya Mehmed Uzun wergerand, ku romana yekemîn e ku rasterast ji kurmancî li îtalî hatiye wergerandin. Niha ez li ser wergerandina Bîra Qederê dixebitim. Em hêvîdar in digel baldariya li ser berxwedana kurdan, baldariya li ser wêjeya wan jî zêde bibe.
Piştî tecrubeya wergerandina “Tu”yê, êdî tu hînî zimanê Mehmed Uzun bûyî. Wergera Bîra Qederê ji te re hêsantir tê?
Erê, zimanê Mehmed Uzun, hêsantir bûye ji bo min. Lê, bi dîtina min, di navbera zimanê “Tu” û yê “Bîra Qederê” de cudahiyek mezin heye. Di vê romanê de em pê dihisin ku Uzun ziman û şêwaza xwe ya vegotinê pir pêşve biriye.
Berî te kesî tu pirtûkên wêjeyî ji kurdî wergerandine Îtalî?
Nexêr. Wekî min li jor jî got, wergera rasterast ji kurmancî ya pêşî romana “Tu” ye.
Çima te bi Mehmed Uzun û romana “Tu” dest bi wergera kurdî kir?
Wekî ku min berê jî got, heta niha tu roman ji kurmancî li îtalî nehatiye wergerandin. Min dixwest bi romana ku ji hêla pir kesan ve wekî romana kurdî ya yekemîn a hemdem tê hesibandin, dest pê bikim. Ne ji ber ku ew romana min a bijare bû, lê ji ber ku di vê romana Mehmed Uzun de jî diyar dibe ka çi zehmetiyên nivîsandina romaneke bi kurdî hene di salên 1980’yan de, nexasim ku hîn kevneşopiyek edebî ya xurt tune bû. Wekî din, di wê romanê de li ser Diyarbekirê, bajarekî ku ez pir jê hez dikim, û ezmûna girtîgehê, ku di xeyala nûjen a kurdî de pir girîng e û li ser gelek axaftin hene. Wekî din, nivîsên Mehmed Uzun ne pir dijwar in, pir caran ew nivîsên pir hêsan in. Divê min di serî de bi wergerandina tiştekî hêsan dest pê bikira, her wiha hêdî hêdî min ê zanîna xwe ya kurdî pêşde bibira. Ez fikirîm ku kevneşopiya wergerandina Edebiyata Kurdî bo îtalî, bi romaneke nûjen, hela ji aliyê romanûsekî girîng ve hatî nivîsandin, dest pê bike wê baştir bibe.
Bo wergerandina navê romanê (Tu) te zehmetî nekişand. Tu dibêjî ev tesadûfek e?
Na, ew ne tesadûfek e. ‘Tu’ di Îtalî de û di kurdî de xwedî eynî wateyê ye. Ev, di navbera van her du zimanan de nîşaneyeke nêzîkbûnê ye.
Gava “Tu” weşiya, li Îtalya deng da, hate bihîstin?
Ez nikarim bêjim ku gelekî bal kişand. Min tiştek wiha hêvî nedikir. Dîsa kêm kes navê Mehmed Uzun dizanin. Hindik kopiyên pirtûkê hatin çapkirin. Em hê di destpêka rêwîtiyekê de ne û ez hêvî dikim ev rê dirêj bibe. Lê hin nêrîn derketin di rojname û kovarên edebî de. Me danasînên xwe organîze kirin, radyoya neteweyî Rai3 bi min re hevpeyivîn kir da ku guhdar Mehmed Uzun û bi gelemperî Edebiyata Kurdî nas bikin.
Van salên dawiyê gelek pirtûkên wêjeyî ji tirkî tên wergerandin ji bo îtalî, bi taybetî derdora kovara Kaleydoskopê vê dike. Li gorî te çima eleqedariya weşanxaneyên îtalyan ji bo kurdî nîn e an kêm e?
Bi ya min gelek sedem hene. Bazara weşangeriya îtalî ker û lal e. Ew li dû bazara weşana Ewropayê digere. Ew ji bo Edebiyata Tirkî bi taybetî piştî navdariya Orhan Pamuk bi standina Xelata Nobelê û navdariya Elif Şafak re vebû. Piştî wan, hin edîtor metel man û li nivîskarên din ên balkêş lê kêm navdar ên wekî Hasan Ali Toptas, Burhan Sonmez, Asli Erdogan, Ahmet Altan, Ece Temelkuran, Hakan Gunday geriyan û wiha wergera ji tirkî geş bû. Kovara Kaleydoskopê bo belavkirina çanda tirk, an jî çanda Tirkiyeyê li Îtalyayê xebatek mezin dike.
Her wiha di Edebiyata Kurdî de hîn jî nivîskarek ranebûye û di qada navneteweyî de navê xwe, rengê xwe bi awayekî xurt belav nekiriye. Dibe ku Bextiyar Elî di vê demê de navê herî girîng e li Ewropayê. Dema ku ew an kesek din nasnameyek xurt a navneteweyî bistîne wê hingê dê weşanxane jî zûtir nêzî Edebîyata Kurdî bibin.
Astengiyeke din nebûna saziyên çandî yên kurdî ye ku wergeran fînanse bike. Bi gelemperî, Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê wergerandina xebatên edebî yên Tirkiyeyê fînanse dike. Mixabin ji bo kurdî tiştekî wiha tune.
Dawiya dawî, dema em li vir behsa kurd û Kurdistanê dikin, her gav behsa siyasetê, tundiyê, terorê dikin, mijarên siyasî û civakî her tim li pêşiya yên çandî ne.
Ji bo tu bikaribî wê pirtûkê wergerînî ferhengên kurdî têra te kirin? Di pêvajoya vê wergerê de te alîkarî ji kesî stand?
Ez gelekî hewceyê arîkariyê nebûm. Lê divê ez bibêjim ku ji destpêka wergerê heta dawiya wê, wergera tirkî ya Selîm Temo (yanî ‘Sen’) nêzî min bû, û di çend deman de gelekî bi kêrî min hat. Di demên din de, min ji hevalên xwe yên ji Zanîngeha Exeterê an hevalên kevn ên Dîyarbekirê alîkarî xwest. Derheqê ferhengan de: ferhenga mezin a Îtalî-Kurdî tune (lê ez bawer im hin kes li ser wê dixebitin). Bi min re ferhenga Tirkî-Kurdî ya Îzolî û Kurdî-Îngilîzî ya Michael Chyet heye. Ez ji ferhenga Wikipedia, yanî Wîkîferhengê pir hez dikim.
Wergera ji kurdî ji bo îtalî çi zehmetî an jî rihetiyên wê hebûn? Sermeselê kurdî û îtalî ji heman malbatê ne, vê ji bo te rihetî çêkir? Te bêhtir di çi de zehmetî kişand?
Berî vê pirtûkê min ji tirkî werger kiribû. Wergera ji tirkî gelek dijwariyên wê hene, nemaze dijwariyên hevoksaziyê. Ji ber ku binyata hevokên van her du zimanan pir cihêreng e. Lê di kurdî de rewş cuda ye: Avaniya (struktur) hevokan pir dişibe ya îtalî û ji bo vê yekê ne dijwar e. Heke te karibû şêwaza nivîsar di îtalî de bidî bes e.
Pirsgirêkên bingehîn dema ku nivîskar bikaranînên devokî, an gotinên herêmî, vegotin an jî pîrependên ku di îtalî de tune ne bikar tîne, çêdibin. Li wir divê mirov raweste û bifikire, gelo çêtir e ku wateya wan kîte bi kîta wergerîne (bi vê yekê jî ji bo îtalî pîrependa nû dîyar bike) an jî pîrependên îtalî bi eynî wateyê bi kar bîne. Ez nizanim gelo min ya dilê xwe bi lêv kir…
Bi ya min wergera wêjeyî dikeve nav sînorên huner û loma afirîner e, wekî hemû qadên huner dijwariyên wê zêde ne. Te ji xeynî wergerên wêjeyî di mijarên din de jî werger kiriye. Bi ya te wergera wêjeyî dijwartir e yan li gorî nivîsaran-berheman ev diguhere?
Tu rast î, wergerandin hunerek e. Çiqas wergêr hene ew qas jî werger hene. Girîng e ku hûn zimanê ku werger jê tê kirin baş zanibin, lê hîn girîngtir e ku hûn bi zimanê ku hûn lê werdigerînin zanibin. Her wergêr dibe ku nivîskarek be. Bêguman wergerandina berhemên wêjeyî ji pirtûkên siyasî an jî ji reportajan dijwartir e. Ya ku wêjeyê wiha zor dike, hêja dike newaya wê, ahenga wê, pirmanetiya wê ye. Ji bo vê yekê ew li gorî nivîsaran diguhere. Mehmed Uzun, bi baweriya min, nivîskarekî hêsan e, ku dikaribû ji min re bibe alîkar qene ez baş kurdî hin bibim, her wekî gelek kurdên ku bi romanên wî re yekem car bi zimanê dayikê pirtûkek xwendine.
Ji xeynî wergera “Tu”yê çi xebat an jî wergerên te hene, çapbûyî an jî neçapbûyî?
Heta îro, min tenê ev pirtûk ji kurdî wergerandiye, û wekî min berê got, hindik maye wergera Bîra Qederê temam bikim. Min tiştên din ji tirkî wergerandine ku bi giranî mijara wan siyasî ye. Hêdî hêdî ez dixwazim nivîskarên din ên kurdînûs jî wergerînim û ez hewl didim ku weşanxaneyên îtalî bibînim, yên ku dixwazin Edebiyata Kurdî keşif bikin. Ez dixwazim niviskarên wekî Osman Sebrî, Firat Cewerî, Şener Ozmen, Dilawer Zeraq, Cegerxwîn, Mehmet Dicle, Hesenê Metê, Ciwanmerd Kulek û gelekên din wergerînim. Ez hewl didim berdewam bikim, pirtûkên nû û balkêş ên ku dikarin bala xwendevanên îtalî bikişînin bibînim. Dibe ku di mehên pêş de, piştî temamkirina Bîra Qederê, ez dest bi xebatên antolojiyeke helbesta kurdî ya hemdem bikim û pirtûkekê li ser dîroka Edebiyata Kurdî amade bikim; ez dixwazim berhevoka li ser dîroka Edebiyata Kurdî bi îtalî biweşînim.
Ev ne hêsan e, ji ber ku di vê navberê de tengasiyên jiyanê, kar, qeyrana aborî, zarok hene. Lê ez hewl didim ku rihê berxwedana kurdan bistînim û bidomînim, bibim alîkar da ku Edebiyata Kurdî li welatê min her roj baştir diyar bibe.
Bo van hest, raman û keda te em malavayîya te dikin. Spas ji te re. Grazie mille..
Spas xweş! Prego!
Francesco Marilungo ku Tu wergerand niha dest bi wergera Bîra Qederê kiriye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,812 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://diyarname.com/
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-12-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Çapkiraw
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Roman
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Zimanê eslî: Kurmancî - Badini
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 08-08-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-08-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-08-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,812 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.485 çirke!