Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,814
Wêne
  123,941
Pirtûk PDF
  22,083
Faylên peywendîdar
  125,663
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Helîm Yûsiv: Nivîsandin ji bo min ger e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Helîm Yûsiv
Helîm Yûsiv
Nivîskar #Omer Dilsoz# ji bo kovara Nûbiharê bi nivîskarê malpera me Diyarnameyê Helîm Yûsiv re hevpeyvîneke kir. Hevpeyvîn di hejmara nû ya kovara Nûbiharê de ku di meha borî derket hat weşandin. Di hevpeyvînê de Yûsiv balê dikişînine ser gelek xalên girîng. Em vê hevpeyvînê pêşkêşî we dikin.
***
Hevpeyvîn: Omer DILSOZ
- Helîm Yûsiv, wekî nivîskarekî, tu nivîskariya xwe di kîjan kategoriyê de bi nav dikî?
Ya rast, ez nizanim bê nivîskariya min di hundir çi kategoriyê de bi nav dibe. Eger tiştekî wisa bê xwestin, dibe ku lêkolînerek an jî rexnegirekî wêjeyê karibe bike. Nivîsandin ji bo min pirojeyekî jiyanê yê berdewam e. Kevir bi kevir, peyv bi peyv, bingeh tê danîn hetanî ku reng, şêwe û awayê xwe yên taybet bigre. Armanca min avakirina wî şêweyê xweser e, wî dengê xweser yê ku êş, şewat, derd, keser, şîn, kêf û hemû kelecana giyanê mirov dike peyv û hevok û di cihokên rûpelên spî re diherikîne û dibe wêje. Ji hêlekê de, aliyê takekesane û ezmûna şewata hinavane û ji aliyê din de jî ezmûna form û honandina tevneke hunerî û xweser e. Lê, di çi kategoriyê de zewaca van her du ezmûnan di nivîskariya min de kiras girtiye, yan jî wê hîn bigre, ez bi xwe jî bersiva vê pirsê nizanim.
- Weke tê zanîn, te bi çîroknivîskariyê deng veda lê di heman demê de te roman jî nivîsandin; Helîm Yûsiv, di çîrokê de li çi, di romanê de li çi digere, ferqa wan çi ye?
Nivîsandin bi giştî ji bo min ger e. Li xwe digerim, li oksejîna jiyanê digerim, li wê kêlîka ku jiyan tê de geş dibe, rastî tê de tazî dibe û mirin newêre serê xwe ji bin qûmê derxîne... Armanca min bidestxistina wê kêlîkê ye, ew a ku min ji temenê xwe widakiriye. Ev temenê ku kêlî bi kêlî, xulek bi xulek, ber bi qedandinê de diçe. Nivîsandina wêjeyê, hem têkçûn e û şrekî bê fêde ye li hember tunebûnê, hem jî berxwedanek e û hewildaneke mezin e ya paşdexistina têkçûna li hember demê ye. Nivîsandin pêşbaziyeke têkçûnê ya li hember mirinê ye. Her mirov dixwaze bi wan kêlîkên reviyayî yên demê bigre, têk diçe. Ji ber ku ji jiyanê bi wirdetir jiyana mirov bixwe bendemana mirinê ye. Heta ku mirov bi nivîsandinê çend kêlîkan bidestdixîne, di wê navê re, çend kêlîkên din diçin. Bi vî awayî ev gera felsefîk ya li wan kêliyên windayî, gereke bê dawî ye û gerînokeke aloze ku tenê tevliheviyê û xemgîniyê li pey xwe dihêle. Ji ber vê, nivîskarî karekî xemgîn e.
Ji bo min, tu cudayiyên mezin di navbera çîrok û romanê de nîn in. Tenê, roman dikare çîrokeke dirêjtir, kûrtir û berfirehtir be. Pirê caran naverok, raman, şêwe. Awa û formê honandina xwe bi xwe re tîne. Li cem min, nivîsandin û jixweberî xwişkên hev in. Anku jixwebere tê. Dema ku tê, qelafet, reng, sîma, bejn û bala xwe jî bi xwe re tîne. Ya girîng ew e ku mirov karibe bi hostayî, rê li ber herikandina wê êş, jan, şewt û teqandina volkanên hundirê xwe, veke. Li ba min, ew meteryalên sincirî yên wan volkanên teqiyayî, geh dibin çîrok, geh jî dibin roman.
- Ji “toza Girê Şermola” heta bi jiyana Ewropê ku di berhema dawîn de te ev mijar daye ber dasa xwe ya edebiyatê; mirov dikare qonaxên nivîskariya Helîm Yusiv çawa pênase bike?
Bi rastî ez tu qonaxan nas nakim. Her wisa ez nizanim bersiva pirsên giştî, yên girêdayî nivîskariya xwe bidim. Ji ber ku têkiliya min bi vî warî re têkiliyeke hestiyar û hisî ye. Ji bo min her pirtûkeke min qonaxeke taybet ya jiyana min e. Hemû jiyana min, hemû êşa min, her wisa hemû kêfa min di hundirê wan pirtûkan de belavbûyî ye. Wisa pirtûk bi pirtûk, ji “Mêrê Avis” ku cara yekem li Şamê, di 1991'ê de derket, heta “Ausländer beg” ku li Amedê, di 2011'an de derket, heşt qonaxên cuda û cihê hene. Xala hevbeş ya di nav hemûyan de, ew e ku hemû qonax encama şewata rihekî ne, ya giyanekî ne ku tenê li ser jana agirê ku bi laşê wî ketiye, nivîsandiye. Toz û dûmana ku ew bixwe xeniqandiye kiriye peyv û hevok. Giyanekî wisa ye ku heta dawî bi xwe re, bi pênûsa xwe re, bi rastiyê re, bi xemgînî û tirajediya ku tê de dijî re, dilsoz e.
- Tu çawa mijara xwe ya nivîsê diyar dikî?
Carinan heta ku mijara nivîsê diyar dibe sal diçin. Carinan jî ji nişkê ve mijarek bi qepera mirov digre û nema dev ji mirov berdide hetanî ku bibe çîrok yan jî roman. Carinan jî mirov dest bi nivîsandina mijarekê dike, di kêlîka nivîsandinê de, mijareke nû xwe dide pêş û cih nema dide mijara destpêkê. Carinan bûyerek, yan jî wêneyek yan jî axaftina bi hevalekî re, yan jî xewnek dikare rê li ber mijara nivîsê veke. Ez bi xwe dijwariyeke mezin di dîtina mijaran de nabînim. Ji vî alî de, ji ber ku ez kurd im, ez xwe wekî nivîskarekî xwedî şens dibînim. Nivîskarê kurd pêdiviyê bi gera li mijaran nabîne. Mala wî tije mijar û meteryalên nivîsandinê ne. Tenê, tu kurd bî, ew bi serê xwe kaniya hezarê mijaraye.
- Helîm Yûsiv bi xwe çend xwe têkilî jiyana karekterên xwe dike; heta ku derê tu hukm li wan dikî, an nexwe piştî tu wan durist û berceste dikî êdî ew te li pey xwe dibin?
Karekterên min, wekî ku kesin ji min dûr û bi serê xwe ne, wisa jî beşekî giyanê min in. Her karekterek hinek ji xwîna min di rehên bedenê wî re diçe û tê. Bi ketina qaşilên birînên wan re dêşim, bi şabûna wan re şa dibim û bi şikestinên wan re xemgîn dibim. Karekterên min, wekî xwe tevdigerin, wekî xwe dijîn, wekî xwe diramin û wekî xwe dikin. Tiştê ez dikim tenê ew e ku ez deriyê jiyana ji peyvan li ber wan vedikim û destdirêjiya jiyana wan nakim. Ji ber vê, hinek ji wan pir ji min nêzîk in û dibe carinan ez bi xwe bim, carinan jî kesin dûrî min in û min aciz dikin. Di vê çarçovê de, girîng e ku ez, rê li ber xeyala karekterên xwe vekim, ez xeyalên wan bi desthilatdariya xwe neşikînim. Ez wan li ser kêfa wan bihêlim û xwe jî ji rola xwe, wekî nivîskar, bê par nehêlim. Ev lîstika afirandinê, mirinê û jiyanê ye. Her kes rola wî heye. Dibe ku xeyal bê sînor be, lê rol, her dem, bi sînor e.
- Gelek nivîskar piştî berhema wan hate ser destexana weşanê û li nav xwendeyan belav bû, êdî bela xwe jêve dikin, tu qet li berhemên xwe yên çapbûyî vedigerî. Heke vegerî dibêjî “xwezî” ev der wiha nebûya?
Jina ducanî hetanî ku zaroka wê çênebûbe, ji bo zarokeke saxlem, xweşik û bêqisûr bîne, dikare her tiştî bike. Her bandorê li wê zaroka ku di zikê wê de ye bike. Lê, piştî ku zarok hate dinyayê, êdî dibe xwedî reng û xislet û taybetiyên ku diya wî nema dikare wan biguhere. Wisa jî piraniya zarokên ku seqet tên dinyayê, ne dê û ne bav nikarin ji wan re bibin çareserî. Rewşa min jî bi berhemê re, mîna rewşa wê diyê ye. Berhema min, hetanî ku li ber destê min be, dikare bi her awayî bê guherandin, lê piştî ku çap dibe, ramana guherandinê ji serê min tê avêtin.
Heta niha, herdem di pirsgirêkên ziman û rastnivîsînê de, piştî çapkirina berhemê, xwestekên wiha bi min re çêbûne. Gelek berhemên min hene ku tenê ji bo vê mesela zimên û sererastkirinê, ez dixwazim bi awayekî din bêne çapkirin.
- Helîm Yûsiv, karekterên xwe li gorî dem û şûngehê/mekanî durist dike, an mekan û dem tenê ji bo xurtbûna karekteran tenê navgînek in?
Karekter û dem û cih-mekan sê tiştên ku bi hev ve girêdayî ne û pirê caran bi hev re jidayik dibin. Pevgirêdana van her sê elementan stûna avakirina her berhema wêjeyî ye. Li cem min, yekem qonaxa firandina berhemê hest û kelecana giyanê min e. Di qonaxa duyem, ya honandin û avakirina mîmariya berhemê de, rola mejî û aqil derdikeve pêş. Karekter û dem û cih, ev hersê element, di qonaxa yekem de, bi hev re û jixweber e, têne holê. Ji ber vê, ez pêdiviyê nabînim ku ez rûnim û ji bo afirandina berhemekê li ser şêwe û awayê têkiliya karekter û cih û demê bifikirim. Lê, divê ez li xwe mikur bêm ku hemû berhemên min, berî dem û cihî, bi avakirina karekterên taybet ve mijûl in.
- Tu berveçûna edebiyat û wêjeya me çawa dibînî; Helîm Yûsiv ji vê rêçûnê bêzar e?
Wêjeya kurdî wêjeyeke bêxwedî ye, wêjeyeke lierdêmayî ye. Dewleta kurdan tune ye. Siyaseta kurdan siyaseteke kelê, ziwa û li hember zimanê serdestên xwe bi kompleks e. Cihê wêjeyeke astbilind di nav dezgeh û pirojeyên wan de tune ye. Dezgehên ku bi navê çand û wêjeyê avakirine, dezgehên propaganda û qalikên vala û bê naverok in. Pîvanên karkirina di van dezgehan de jî, pîvanin îdeolojîk û girêdayî xeta rêxistinên siyasî ne. Anku di rastiya xwe de dezgehin rêxistinî ne, lê kirasê çand û wêjeyê li wan hatiye kirin. Bi gotineke din, hêviya min tenê di pênûsên çend nivîskarên kurd de heye, ku bi keda xwe ya takekesane, bi belengazî û serhişkiya xwe xwîneke nû didin wêjeya kurdî û wê bi pêş de dibin.
- Pirseke taybet: Heke Helîm Yûsiv nenivîsîba dê çi bikira, gelo xweziya te piranî bi çi tê?
Aniha jî wekî ku ez nanivîsînim, ez dijîm. Jiyana min ne jiyana nivîskaran e. Ez rojê heşt saetan, di dezgeheke wergerê de, ji bo debara jiyana xwe bikim, kar dikim. Du zarokên min çêbûne. Ez wext nabînim ku ez serê xwe bixurînim. Ji bo nivîsandinê, ez carê demê ji xwe re didizim û dinîvisînim. Ez rojekê ji rojan ji nivîskariyê re vala nebûme û wekî nivîskarekî nejiyame hetanî ku ez xweziya xwe bi tiştekî din bînim. Ez dikarim vê bêjim ku ez xweziya xwe bi jiyana nivîskarên ne kurd tînim.
- Pirseke aktuel: Wekî tê zanîn tu ji Kurdistana Sûriyeyêyî û îro li welatê te aloziyên mezin hene, tu wekî nivîskarek dîtinên xwe yên bo vê pêşveçûnê bi çend hevokan dikarî bi me re parve bikî?
Ji 15'ê adara 2011'an de, li seranserê Sûriyê, rojavayê Kurdistanê jî di nav de, şoreşa azadiyê lidar e. Gav bi gav, xulek bi xulek ez pêvajoya vê volkana ku ev pêncî salin bêdeng e, dişopînim. Dilê min bi xortên amûdê re ye, bi vî nifşê nû yê Sûriyê re ye. Ez jî, mîna bi hezarên nivîskar û hunermendên ereb û kurd, ku li derbideriyê dijîn, li benda sekinandina herikandina xwîna azadîxwazên Sûriyê me, da ku rê li ber wê yekê vebe ku em karibin rojekê be jî bayê hênik yê azadiyê li welatê xwe bikşînin. Ev welatê ku hem tirsê û hem bêdengiyê ew ji pêvajoya dîrokê derxistibûn. Hêviya min mezine ku wê sala nû serkeftina şoreşa Sûriyê ya azadiyê bi xwe re bîne. Min bêriya toza Amûdê kiriye, vê paqijiya Ewropayê rihê min ziwa kiriye. Divê ev rêjîma hov hilweşe, ez vegerim û carekê be jî çavên xwe bi dîtina vî dîmenê nû kil bikim. Her wisa beşdarî pîroztirîn kar di jiyanê de, bibim. Bi kesên wekî xwe re, şaxên dara azadiyê ya kesk ji toza zordariya kor û mirina temendirêj daweşînim.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,144 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | عربي | https://diyarname.com/
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-03-2012 (13 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 08-08-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-08-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-08-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,144 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.516 çirke!