#Çiyayê Şerefdînê# bi zozanên xwe yên rengîn bi salane ji bo koçer û sewalkaran bûye malbendekî grîng. Bi destpêka biharê re koçer û welatiyên li wê herêmên niştecê ne dibin mêvanê av, hêşnayî û zozanên Şerefdîna rengîn. Çiyayê Şerefdînê bi zozanên xwe yên rengîn bi salane ji bo koçer û sewalkaran bûye malbendekî grîng.Çiyayê Şerefdînê çiyayekî li Kanîreşa Çewlîkê ye. Ji rojava ber bi rojhilat li ser zemînek berfireh dirêj dibe. Çiyayekî volkanik e. Xwedî avekî dewlemend e û çend golên avê li xwe dihewîne. Gola Berxan, Gola Bongilan û Gola Şah Melek…Çiyayê Şerefdînê ji aliyê av û gîhayî de heremeke dewlemend e. Xwediyê gelek zozanane. Zozanên wê yên herî tê zanîn ev in: Çalkavya, Bazirganan, Qendîl û Mêrgemîr.Şerefdîn ji aliyê başûrê xwe ve ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên rast hene, ew jî piçûk in piranî gir û çiya ye. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmiyê jî hene.Çiyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Heznawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê li derdora Gundê Mîran(Çayçati) beriyek heye.Li Rojhilatê Beriya Gundê Mîran, Girê Kanîspî (1800 m.) bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çiya hene; li bakurê Çemê Baskan Çiyayê Çapank, ber bi aliyê Xormekan Çiyayê Greboxan (2050 m.), berbi Gimgimê Çiyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çiyayê Kurê.Bi destpêka biharê re koçer û welatiyên li wê herêmên niştecê ne dibin mêvanê av, hêşnayî û zozanên Şerefdîna rengîn.Şerefdîn bi rengîniya xwe ji şahî û şînan re malbandî kirî û bûye mijara klamên gelek dengbêjan. Kaynak: Çîyayê Şerefdînê û Zozanên wê [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,456 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!