Ji pîşesaziyên kelepûrî û gelêrî yên Kurdî: pîşesaziya (Beniyan), Eqûdê bi Erebiya #Mêrdînî#, Ciqat bi Erebiya Sûrî, Çiqmelben bi Erebiya Helebê û Sincoq bi Tirkî, bi vî hawî tê amade kirin:
1.Qinikên gwîzan bi nermê ji qalikê têne derxistin û nermijandin şevekê di avê de, ji bo neyên şikandin dema bi derziyê bi tayê pembo vedikirin.
2.Amade kirina rêzikên qinikên nermijê mîna tizbiyê, bi derziyê bi ta ve vedikirin, divê nabera qinikan ne bêtirî (1) cm be.
3.Amade kirina pelûla bastîqê (şira ava tirî bi arvan re), bi awayê ku hatiye diyarkirin, di gotara pîşesaziya Bastîqê, ya beriya niha hatiye belevkirin.
4.Rêzikên qinikên ên bi ta ve kirî ne, têne noqkirin di pelûla bastîqê de, paş re noq kirinê rêzikan, têne derxistin ji nav pêlûlê û têne bilindkirin, ji bo dadiwerandina dilopan, noqkirin û dawervirandin du car an sê car dibe, heya hemî navberên qinikan bi pelûlê tijî dibin û qalikek ji pelûlê li ser qinikan rû digre.
5.Daleqandina rêzikên Beniya bi gulên dara ve, an bi ben ve, him zuha bibin hem jî pelûl û qinik hevdu bigirin.
6.Paş zuhabûna rêzikên Beniya, têne arvan kirin, ji bo benî mezeloq nebin, û têne dagirin di tûrên cawî de, an di qutiyên ji text de.
Di nêrîna min de, ji bilî qinikên gwîza, em dikarin navik-kakilên zerdeliyan (Mişmişan) an navikên Bindeqan bi kar bînin.[1]