Bila bazar li şûvê be, ne li bênderê be.
Di vê gotinê de şûv (şov) nîşaneya destpêka karî ye. Divê
dema ku te bi yekî re karek kir, bila bazar di serê wî karî de
bibe, ger ne wisa be di dawiya karî de mirov lihev nake û şer
derdikeve. Yanê bi kurtasî divê, mirov di binyata karan de li hev bê, dema qezenc derkeve holê, mirov nikare li hev bê.
Ev guhartoyên vê gotinê jî hene:
Bila bazar li şûvê be, ne li pirêzê be.
Bila li şûvê be, ne li pirêzê be.
Bila şerê şûvê be, ne gotegota pirêzê be.
Bila şerê şûve be, ne qopqopa benderê be.
Şer xweş e li şûvê, ne li qereqaşê milê bênderê.
[1]