Li parêzgeha #Diyala# ya Iraqê di operasyoneke madeyên hişbir de, tabloyeke ku tê texmînkirin a wênesazê navdar ê cîhanî Pablo Picasso be, hat bi dest xistin. Rayedarên Diyalayê dibêjin, ew tablo di bin lêkolînê de ye û eger tablo rast be nirxê wê 300 milyon dolar e.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand roja Çarşemê tabloyeke ku tê texmînkirin a Pablo Picasso ye, di operasyona li ser grupeke madeyên hişbir a li parêzgeha Diyalayê hat bi dest xistin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna bi Madeyên Hişbir a ser Wezareta Navxwe, di operasyonê de 3 kes hatin desteserkirin.
Serokê Sendîkaya Hunermendên Diyalayê Ednan Bin Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku ew lêkolînê li ser dikin ka ew tablo ya hunermendê navdar ê Îspanî Pablo Picasso ye yan na û got, “Ew tabloya ku tê gotin ji Kuweytê anîne, heger bi rastî tabloya Picasso be, nirxê wê 300 milyon dolar e. Ji ber ku tabloyên Picasso di cîhanê de berhemên herî bi qîmet in.”
Ehmed diyar kir ku wan xwestiye zanyariyên zêdetir li ser tabloyê bi dest bixin lê ji ber nepeniya dosyayê wan nekaribpne agahiyên zêdetir bi dest bixin û wiha anî ziman, “Wêne ji aliyê pisporan ve ji bo lêkolînê ji Bexdayê re hatiye şandin. Tê gotin ku qaçaxçiyan hewl daye tabloyê ji Iraqê derxin. Ji ber ku ew tablo yek ji tabloyên herî bi qîmet ê cîhanê ye, em dixwazin ku ew di mezadekê de were firotin û pereyê wê jî ji bo xizmeta hunerê were xerckirin. Helbet heger dewlet biryar bide ku wê tabloyê di destê xwe de bigire, wê demê dikare li muzexaneyekê were nîşandan.”[1]