Kurdistan Media: Wênegirekî Kurd ê xelkê bajarê #Mehabad#ê di festivala “Photo Awards” ya Amerîkayê de, karî sê dîplomên şanaziyê bi dest bixe.
Yek ji wênegirên Kurd xelkê bajarê Mehabadê bi navê “Mensûr Mihemedî” ku di beşa taybet a festivala nav dewletî ya Photo Awards a Amerîkayê de beşdarî kiribû, karî sê dîplomên şanaziyê bi dest bixe.
Festivala Photo Awards ya Amerîkayê bi beşdariya 17 hezar û 841 wêneyan ji 130 welatên cîhanê hate lidarxisitin.
Mihemedî di sala borî de jî di festîvala navdewletî ya wênegiran a “Lusî Awards” ya Amerîkayê de dîploma şanaziyê bi dest anî.
Mensûr Mihemedî wênegirê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê heya niha 5 xelatên herî baş ji vê festîvala navdewletî û çend xelatên din jî ji festîvalên din yên cîhanî de bi dest xistne.
Wî heya niha 20 pêşangehên wêneyên takekesî û giştî di derve û navxwe yê welat de bi rê ve birine.
Mensûr Mihemedî jidayîkbûyê sala 1976’an e, û bawernameya karnasiya bilind a girafîkê heye.[1]