Dr. Azad Ehmed Elî
Kurdên Devera Alîyan
Nimûneyek ji Civaka Cotkarên Li Deşta Cîzîre Firatê
Ev lêkolîn hewîdaneke ji bo nivîsandina dîroka deverek kurdistanî, jiyana civakek gundî li deştên jorîya Cizîra fîratê tê de di şopîne. Lêkolîn jiyana civakî û abûrî li deverê dukyument dike, ew dever bi mîrnişîna Botan ve girêdayî ye, kesayetêya wê ya taybet heye. Lêkolîn li ser rêbaza dîrokî û meydanî hatiye nivîsandin.
Lêkolîn dîrokî ciografî civakî giştî ye, armanca wê nivîsandina dîrokêye di rêya nas kirina çalakîyên çandinîyê û jiyana gundîtîyê ji serdemên kevin ve, ta qûnaxa nû, bi taybetî ji dawîya deselata Osmanî ve, ta li sedê bîstan, ku Alîyan di navbera deselata Firensî û dewelta Turkiye de dabeş bû.
Di lêkolînê de çîroka dijberîyê li ser xêr û berhemê Cizîra firatê hatiye nivîsandin, ji ber ku li ser wê zevîyê cenga imperatoriyan berdewam bû, lê devera Alîyan ji wêranîyê filitî. Me ronahî anî ser jiyana gundayetî û cotyarîyê ji ber ku ew stûna man û berdewamîyê bû, herweha lêkolîn ser rewşa pêkvejiyana olî hatiye kirin. Li Alîyan herçar ayîn: Cihû, Mesîhî, Êzidî, û Mislîman bi hevre di jiyan, û rayê kevintir di perêzgeha Girê Êlim de hatin dîtin. Êlim yê kû nave xwe belkî dabe deverê.
Lêkolîn girêdana di navbera av û jiyan civaka cotyarîya kevin dide xuyanî kirin, egerên aramî û serbixweyîya abûrî bin çavan re derbas dike, wek nermîya peywendîyên karê cotyarîyê, herweha aramîya deverê li bin sîbera mîrnişîna Botan de, girêdana Alîyan bi bajarê cizîrê ve. Bê guman Alîyan ket bin bandore buyerên mezinê di ser Botan re derbas bûyîn. Û ma beşek ji wê dîrokê, ji ber kû cenga dawî bûna mîrnişîna Botan li ser axa Alîyan li Dêrûnê sala 1853 rûda. Di peyre Devera Alîyan perçe bû, komkujî ya Aleqemşê li sala 1926 çê bû, dever li ser Sûriye û Turkiye piştî sala 1929 hat parvekirin.
Cîogirafiya devera Alîyan teng bû, xelkên wê bi paş ve vegeryan, li pêşber êrîşên êlên erebî ber bi deverên bakur ve vekişyan, herweha guhertinên siyasî û ereb kirinê jiyana civaka kurdên cotyar li devera Alîyan têkbir, û bingeha resena civakê wêran kir.[1]