Çîrok
Şewêş kurê şivanekî ye. Bo xwe deh salî zarok e. Belê pir çav vekirî ye. Şewêş dîya xwe nedîye. Bavê wî reben û belengaz e, qet tiştekî wan tune ... Tenê meteke Şewêş hebû. Ew pîrek bû. Şewêş carna bal wê diçe. Dilê meta xwe hinekî dikire. Şewêş nola sakûlê gundî teşqeletî nedikir. Bo kesekî de tîştek nedigot. Tim bo xweyê xwe bû. Gel hevalê xwe baş diçe. Bo wan re gotina dilmayî nedigo. Heta êvarê di nava gund de bêdeng digere, dilêze, roja xwe derbas dikir. Ev çikuna Şewêş pir xweşiya gundîyan diçû. Hemu Şewêşî hes dikirin. Rîsipîyên gundî her ro ewî dibir mala xwe. Xwarina wî dida. Bo wî xweyîtî dikir. Her kesî jî ew zarok qenc e jê re digot. Şewêş her ro ser rêya bavê xwe diçe. Hêvîya wî dimîne. Wekî bavê wî tê pêşîya wî dibeze. Bu xweser gelek bavê xwe davêje. Destê wî digre. Maç dikir. Bavê wî jî herdu çavê kurê xwe maç dikir. Dilhênik dibû. Rojekê Şewêş dîsa ser rêyê (ve) çû. Hêvîya bavê xwe bû. Gavek buhûrî. Roj çû. Hemûkî tarî ket. Bavê wî hêj hatibû. Şewêş nava wê tarî de tenê ma. Dilê wî lez dike carcaran guhdarî dikir. Bavê gazî dikir. Tu derê de dengek nedihat. Şewêş cîkî rûnişt. Bona bavê xwe girî, paş bi xwe çûbû. Bavê Şewêş hêdî hêdî ji alîyê tewlê da dengek pêzan deştê girtîbû. Şewêş wî dengî bihîst. Rabû. Gazî bavê xwe kir: “Bavo! bavo!” [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,591 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!