Di barbanga 25-06-2015`an de, gelê #Kobanî# li ser dengê fişengan ji xew hişyar dibin. Li ser dengê nalenala êşê roj bi jandarî xwe li eniya vî bajarê wêranbûyî dixîne. Li ser dengê girî, kenê me di zengilokên me de xeniqî dimîne. Ev bajar çiqas dike û nake dixwaze navekî ji vê êşê re bibîne, lê nabîne. Êşeke ku damarên birînên me ji nû ve vedike.
Hîna em li êşa komkujiya #Helebçe#, #Dêrsim# û #Roboskî# bi ser xwe ve nehatine, vê carê ev bajarê wêranbûyî, bajarê kela berxwedanê ku bi xwîna şehîdan ala serkeftinê li ser sînga miştenûrê hat li ba kirin û ala serkeftinê di dêmên her zarokekî de şewq dida. Piştî koçberî, berxwedanî wêranbûn û bi sedan şehîd. Di qedera vî bajarî de şeveke xedrê, barbangeke reş û xapînok hebû.
Şervanên YPG'ê û YPJ'ê #Daiş# li kobanî şikandin. Piştî şikandina Daişê û vegera aramiyê li kobanî, Çeteyên daişê bi kuştina sivîlan hewl dan tola xwe hilînin. Bi ragihandina berxwedana serkeftina Kobanî hîn zêdetir hovîtiya Daişê li dijî kurdan zêdetir bû.
Haya Kobaniya ji wêranbûnê westiyayî ji wê bêtar û reşahiyê tunebû. Ew di barbanga giraniya xeweke rojiya remezanê de hatin girtin. Bi teqîna dengê fîşekan re miletê Kobanî texmîn dikirin ku ew teqîn dengê fişengên kêfxweşiya serkeftina bajarokê Sirînê ye. Di wan kêliyan de milet rastî sedmeke ku nakeve aqilan bûn. Dengê fîşekan dirêj nekir ew xeyalên kêfxweşî û kêliyên serkeftinê veguherîn kujeriyeke xedar. Miletê ku bi rûyekî ken û çavine xewîn, ber bi Çeteyan ve diçûn, qaşo ku ew şervên YPG'ê ne û cilên wan ên leşkerî li xwe kiribûn, bi gotinaçi heye heval bi wê reng û gotinê hatin xapandin. Ji ji wê dîmema bitirs westiyayî, bêzar û xeniqî man. Rûyê welatiyan sar û kelegirî ma ku nedizanîn berê xwe bidin kîjan warî.
Çeteyên Daişê bi heft, heşt erebeyên leşkerî di şeva 24'ê hezîrana 2015'an de, ji aliyê bajarê Reqayê ve berê xwe didin Kobanî ku hinek ji wan jî ji aliyê dewleta tirk di riya sînor re derbasî Kobanî dibin û dest bi pilana qirêj dikin. Du teqînên mezin li ber deriyê sînor çêdikin û ev bajar ji binî ve diheje. Û wisa bi kîn û nefret ku di dilê wan de tijî tarîtî, belav dibin û dest bi komkujiyê dikin. Heya ku milet haydar dibe ku ew çeteyên Daişê ne, ew di nava bajêr de balav dibin û noqteyên xwe digrin. Û bi sedan sîvîlan di xew de, di kolanan û li ser devê riyan şehîd dixin û birîndar dikin. Çeteyên xwînmij deriyên malan dişkînin û dest bi serjêkirinê dikin. Bi awayekî hov jin, zilam, kal, pîr, dayîk û zarokan dikujin.
Çeteyên Daişê destpêkê derbasî gundê Bexbotanê dibin. Dema ku derbasî gund dibin milet hîna razayîne. Bi carekê de kî li ber diket fîşek lê reş dikin, tu kesî li pêş çavên xwe nabînin. Bi tenê li gundê Berxbotanê di encama wê hovîtiyê de derdora 28 welatî şehîd dikevin û bi dehan welatî birîndar dibin. Şervanên YPG'ê û YPJ'ê ji derveyî bajêr tên û dest bi operesyona paqijkirina bajêr dikin.
Lê heta ku xwe dighînin bajêr termê bi sedan sivîlan li ser devê deriyan, li ser mîtoran û di erebeyan de, di nava xwînê de dimîne. Du rojan bê navber qêrîna jin, zarok û dayîkan erd û ezmanê kobanî kirin yek. Dîmen û tirajîdiyeke biêş mîna dûmaneke reş di rûyê ezmên de belav dibe. Dibe hawar û hawara dayîkan ku destên wan li ber xwedê vekirî mane û bi gotina Tu li kurî xweda zarokên ku hîna nû çavên xwe li barbangê venekirine, şîqeşîqa dengê giriyê wan perdê guhê mirovahiyê diqetand. Bûk û zaveyên dest henekirî di hembêza êvareke ciwan de dibin perperîk û jiyana wan nîvçûmayî dimîne. Gelek malbatên vî bajarî di malekê de 6-7 kes ji wan şehîd dikevin.
Şervanên rojê, kolana 48'an, Miktelê, Kaniya kurdan, dibistana Xortan a amedehî û li ser riya Helebê dest bi paqijiyê dikin.
Di roja duyemîn de piraniya bajêr ji çeteyan tê paqijkirin. Gelek şervanên YPG'ê û YPJ'ê di çeperên şer de li ber xwe didin û di derdorê 30 kesî ji wan şehîd dikevin.
Di komkujiya 25'î hizêrana 2015'an de, li gor ku hatiye belgekirin derdora 400 welatiyên di navbera jin, zilam, zarok û dayîkan birîndar dibin û derdora 270'î stêrkên şehîd di barbanga asîmana Kobanê de şewq didin. Û her ev tracîdiya bi êş di bîra miletên kurd û kobaniyan de bi êşeke lerizî dike zingînî.[1]