Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya 🆕
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  595,397
Wêne
  125,769
Pirtûk PDF
  22,277
Faylên peywendîdar
  131,179
Video
  2,201
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,678
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,183
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,973
عربي - Arabic 
45,646
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,081
فارسی - Farsi 
16,960
English - English 
8,581
Türkçe - Turkish 
3,874
Deutsch - German 
2,048
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,889
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,845
Kurtelêkolîn 
7,009
Şehîdan 
4,647
Enfalkirî 
5,855
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,339
PDF 
35,019
MP4 
4,265
IMG 
239,596
∑   Hemû bi hev re 
281,219
Lêgerîna naverokê
Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê - I
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê - I
Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê - I
Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê - I.
Umîd Demîrhan

Rastiyeke jiyanî-civakî ye ku navê hinek dewletên neteweyî tercîheke zimanî ye û navê nijadekê destnîşan nake. Wekî mînak, Sûdan navê dewleteke neteweyî ya ereban e û endamê Kombenda Erebî ye; tê de ereb, nûbî, kurd, hebeşî û reşikên afrîqayî dijîn û bi erebî diaxivin. Lê belê ev erdnîgarî nayê wateya nijadeke erebî ya xwerû û hemû gelên niştecih di nava pota û pergala zimanê erebî de yeksan bûne.
Her çi ku peyva “kurd”ê ye, hem navê neteweyekê ye hem jî nijadeke mirovan e; her li kê dera cîhanê kurdek hebe, ew kes hem netewe hem jî nijada xwe destnîşan dike û dibe ku bi kurdî nizanibe jî. Lêkolînên pizişkî yên hevçerx li ser haplogrûpên xwîna kurdan û çendek neteweyên cînar xebitîne; neteweya kurd û xizmên wan bi awayekî zanistî eşkere kirine. Wekî mînak: desteyeke pizîşkên saziya PLOSê ya amerîkî di lêkolîneke pizîşkî ya bi navê “Lêkolîneke antîjena leokosîta mirovan (HLA/Human Leucocyte Antigen) a genetîkî li ser kurdên Iraq, Îran û Tiflîsê (Kafkasya, Gurcistan): têkilî û encamên pizîşkî” de hinek encamên zanistî weşandine: “Bi ihtîmaleke mezin kurd endamên devereke genetîkî ya kevnare ya Deryaya Spî-Rojhilata Navîn-Kafkasyayê ne; encamên heyî û yên ku berê ji nava kurdan hatine bidestxistin, dibe ku di bernameyên paşerojê de kêrhatî bin û zanyariyên pizişkî yên derbarê kurdan dehêsantir bikin... Em gihiştin vê encamê: Profila kurdan a genetikî nîşan dide ku kurd hem beşek ji koma gelên Deryaya Spî pêk tînin hem ji taybetmendiyên genetikî yên Kafkasyayê dihewînin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelheya Leki ya li rojhilata Kafkasyayê dibe ku hem nêzîkî gelheya luran hem jî ya kurdan be; ji
xwe navê lekan hertim digel lur û kurdan tê kişandin... Berê kurd hertim li çiyayan û bi tena serê xwe (otokton) dijiyan (6000 BZ). Huriyên ku zimanê wan kafkasî (û ne hinewropi) bû, dibe ku paşxaneya genetikî ya kevnare ya kurdan bin, Di sala 1200 BZ de medî û hevalbendên wan êrişî herêma huriyan kir...
Wekheviya genetiki ya di navbera tirkan û kurdan de vedigere genên wan ên kevnare yên Anatolyayê. Her çiqas kurd û tirk bi zimanên ku di nava malbatên cuda de cih digirin biaxivin jî, lêkolînên genetîk ên kurd û tirkan nîşan didin ku her gel di nava komên Deryaya Spî de cih digire. Lêkolînên genetikî yên ku li ser kurdên tirkiyayi, gurcistanî û îranî hatine meşandin, serdestiyeke haplogrûpên ji Rojhilata Navin (Anatolya yan ji Mezopotamya) derketi destnîşan dikin; têkiliyeke nézik a genên wan bi cihû, hemwelatiyên libnanî û tirkan re nîşan didin. Her wiha encamên gelheya Îranê jî nêziki encamên kurdan in; ev ji disan nîşan dide ku ziman û gen bi hev re nabin, ji ber ku ziman dibe ku ji hêla hindikahiyeke genetiki (ya desthilatdar) ve hatibe ferzkirin. Rewşa tirkan ji ev e: gelên Anatolyayê ji serdema kevnare ya berî dîrokê ve li wir bi cih bûne, lê hindikahiyeke tirkan a ku ji Asyaya Navîn hatiye, di demên dîrokî de zimanê xwe li ser doraliya xwe ferz kiriye... Encama xebata me ew e ku kurd ji aliyê genetîkî ve néziki gelheya Aran (Kafkasya) û Deryaya Navîn (Deryaya Spi) in û ji serdemên kevnare ve li Kurdistanê bi cih bûne...[1] Ji aliyekî din ve li gorî lêkolîneke pizîşki ya Fercediyan (ji Zanîngeha Şirazê)û Qadiri di navbera kurd û azeriyên Îranê de têkiliyeke genetikî ya xurt nişan dide. Encamên zanistî tu ferqeke girîng di navbera van gelhe û komên etnikî yên din ên sereke yên Îran de eşkere nekiriye. Di navbera azeriyên Îranê û gelên Tirkiyê û Asyaya Navîn de tu têkiliyeke genetîkî ya nêzik nehatiye ditin. Li gorî encamên niha, kurd û azeriyên Îranê yên îroyîn di nava hewzeke hevpar a genetikî de ne..
Lêkolîna desteyeke pizîşki ya din jî heye ku bi angaşteke xurt wiha dibêje: Profila genetiki ya kurdan bi yên Asyaya Navin, Sibiryayiyan, Deryaya Navîn û gelên din ên cîhanê re hatiye berawirdkirin; ji bo berhevdana kompiturê bi giştî 7746 kromozom hatine bikaranîn. Hem analizên genetikî yên cîranan û hem jî yên kurdan di koma gelheya Deryaya Navin de ne; genên kurdan nêziki nifûsa irani, ewropî û kafkasî (svanî û gurci) bi cih dibin. Dirêjeya haplotîpên HLA yên nû pir caran hatine diyarkirin; dirêjeya haplotîpên din ên kurdan jî di nava azeri û filistîniyan de tê dîtin..
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,880 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | English | academia.edu
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 92
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-06-2022 (4 Sal)
Bajêr: Bayezîd
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Dîroka kevnare
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Raper Usman UzêrîR.U.U.) li: 25-08-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara KamelaS.K.) ve li ser 25-08-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Rojgar KerkûkîR.K.) ve li ser 15-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,880 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2 çirke!