Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê -V
Umîd Demîrhan
2022
Wekî ku ji zanyariyên bihurî diyar e , çavkaniyên erebî rasterast nabêjin ku Xanedana Pîşdadî kurd e; lê wergera Şahnameyê ya bi tirkiya osmaní bi eşkeretî dibêje ku Ferîdûnê Kurd û kurdbûna wî gelek caran dubare dike. Li về derê, divê em derbasî çavkaniyeke kurdên belûç bibin û qala kurdbûna Xanedana Keyanî bikin. Axwend Mihemed Salih di ' berhema xwe ya bi navê Kurdgalnamek ê de diyar dike ku paşayê Tûranê Efrasyab ji nifşa Tûrê kurê Cemşid e; lewre ev nêzíkatî û eqrebatiya xwe ya bi Pîşdadiyan re kiriye bihane û xwe fermanrewa û mîratgirê eslî yê selteneta Mad û Parsê dizanibûye. Ji ber heman bihaneyê wî paşatiya Key Qubadî qebûl nekiriye, li ser textê serweriyê şer di navbera Tûran û Mad - Parsê de derketiye û di dawiyê de hêzên Efrasyabî li hemberî hêzên Mad û Parsê şikiyane. Di şikandina hêzên tûraniyan de rola kurdên biraxoyî, adirganî, mamilî û kirmanî gelekî girîng bûye. Mihemed Salihê Belûç damezrandina Dewleta Madê wiha tomar kiriye: Di sedsala 9an a BZ de dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pîşdadî Girşespê kurê Üştabê kurê Tahmaspê kurê Menûçehrê kurê Îrecê kurê Feridûnê kurê Epteyanê kurê Cemşîd miriye, paşayên Asûriyan êriş anîne ser xaka Mad û Parsê. Lewre kurdên Mad neçar mane ku dewleteke serbixwe damezirînin û xwe ji êrişên asûriyan biparêzin. Ji bo vê mebestê serek û serdarên Madê Mezin û Madê Biçûk, kurdên Pars, Gil, Deylem û Hezareyê li hev civiyane û şêwirîne; di dawiyê de serekekî kurdên madî yê bi navê Key Qubade Kurd ku di warê erdnîgarî, zanist, dadperwerî û karzaniyê de bêhevta bûye wekî fermanrewa hatiye hilbijartin. ( r . 43 ) Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng dide û binavkirina dewletê wekî Mad/Med ji ber navê xanedanê destnîşan dike ku piraniya dewletên kurdan ên dîrokî bi navên xanedanan hatine naskirin (madi, hesenweyhi, buweyhi, şedadi, eyûbî, sefewî, zendî...): Diroknivisan devera Madistané bi navê (Keyan) û xanedana Madiyan ji bi (Keyanî) dane nasîn. (r. 115) Desteya kurdên Madê nêziki 850 salî beriya zayînê, piştî avabûna desthilatdariya Madê,
hatine vê navçeyê û tê de bi cih bûne. Év desteya kurdên madî ji tireyên zengene, biraxoyi, mamili, edreganî û kirmanî pêk hatibûn û cara yekem bi alikariya paşaye Madê Keyqubadé kurê Mad hatine navçeya Zereng (Zerenc), Tûran û Mekrane. (r. 46) Li vir xuya ye ku gotinên Qelqeşendi, Kurdgalnamek û Şahnameyê hev digirin û hev piştrast dikin ku key Qubad ji nifşa Feridûnî ye; jixwe Qelqeşendiyi digot ku Piştre Ferasiyabé kuré Túc (Perasiyab-Afrasiyabe kurê Tur) bi zordestî derkete ser têxt, welat wêran kir û xerabiyén nedîtî pék anin; lê ji neviyên Menûçehrî, kesekî bi navê Zûyê (di hinek çavkaniyan de Zab') kuré Tahmaspi artêşa Ferasiyabi şikand, disa welat gihandé asteké baş, çemê Zêyî kir du beşan û li kêleka çêm bajarvanî da destpêkirin.; her wiha digot ku Mirê keyaniyan ê yekem ê piştî Girşespê pîşdadi, key Qubadê kurê Zû yê û wekî bavê xwe bi dadwerî serwerî kiriye.
Li gorî zanyariyên hevçerx, navê Med û Parsan cara yekem di nivîsareke grale aşuri şalmaneser III de derbas dibe. Oralen aşûrî yên ku şerên xwe dane násandin, derbarê gelên peymandar û bindestkirí de bi gelemperi çendek zanyari berhev kirine. Her çend erdnîgariya ku aşûrî behsê dikin tenê lexmini be jî, lê ev tomarkirin mêjûnasiyeke (kronoloji) baş destnîşan dikin; her wiha návên kesan hindik bin ji, navê dever û cihnişînên wan deveran tên eşkerekirin. Di van belgeyên destkefti de navên Matai û Parsûwas è cara yekem di sedsala 9an de li devera gola Urmiyê hatine tomarkirin; li gorî íomareyên Şalmaneserê III (desthilatdari: 858-824 BZ) sala 835an a BZ ji 27 şahên Parsuwaşê bac hatiye wergirtin. Padişahên paştir ên bi navên Şemsi -Adad V (desthilatdarî: 823-811 BZ) û Adad-Nirari III (desthilatdari: 810-783 BZ)
jî pêla êrişên aşûriyan berdewam kiriye; di salnameyeke Şemsi-Adad a sala 821an de hatiyê ragihandin ku li erdnígariyeke di navbera Bit Bunakî û Parsumaşê de (=Parsûwaş) şerekî navxweyî rûdaye. Tiglath-Pileser III (desthilatdari: 744-727 BZ) e ku heta çiyayé Bikniyê (-çiyayê Elvendê) êrişek li dar xistiye, welatê Medyayê weki mediyên hêzdar an jî mediyên dür bi nav dike. Di serdema Sargoń If (desthilatdari: 721-705 BZ) de jî behsa biraziyê qralê Elîpiyê tê kirin; her çiqas navê qrali Delta be û ne bi zimanê aryayi be ji, navê biraziyê wî Aspabara ye ku tê wateya siwarî. Di sala 691an de li ber peravên Dijleyê Şerê Helüleye” qewimiye; artêşa aryayî ya ji leşkerên Îlam, Parsumaş, Anzan (-Ansan) ú hevpeymanan pêkhati derketiye pêşberî qralé aşûrî Sennaherîbi (desthilatdari: 704-681 BZ). Her wiha di nává pèymandarên Esarhadoni de (desthilatdarî: 680-69 BZ) navên padişahên medân ji derbas dibin.
İcar Kurdgalnamek derbarê navê Madiyan de agehiyeke gelekî girîng û nêziki vê mêjûyê dide; her wiha pêvajoya damezrandiña Şáhaniya Keyani bi berfirehî vedibêje: Dîroknivîsan devera Madistanê bi navê Keyan' û xanedana Madiyan ji bi 'Keyani' dane nasin. (r. 115) Dema ku paşayê dawîn ê Xanedana Pişdadi Girşesp mir, welatê Mad û Parse duçari rewşeke tevlihev û bêhêziyê bû; ev rewş bû sedema sergêjî û tirsa serekên hozên Mad û Parsê. Di encamê de hemû serek, serdar û rihspi li hev civiyan: piştî rawêjkariyeke komekî biryarek ji civînê derket ku Key Qubade kurê Mad derkeve ser textê Girsespi. Bi vî awayî Key Qubad sala 853án a BZ derkete ser textê Mad û Parsê. We heyamê kurden
biraxoyi tireyeke hêzdar û azad a kurdan dihatin hesibandin. Mir Kikan sereké mezin'ê kurdên biraxoyî û hevpeymanê Key Qubad paşayê Madê bû; her wiha serokati li van heft tireyên kurd dikir ku naven serokên wan wiha ne: Mir Goran Gorani, Mir Zaxo Sarûni (an jî Sorani), Mir Mihran Xuzdari, Mir Miskan Mişkani, Mir Ermil Ermilî, Mîr Bolan Bolanî û Mîr Lerzîn Girîşkani.” (r. 53) Ji aliyekî din ve Kurdgalnamek bi dûvdirêjî şecereya nifşa kurdan wiha rêz dike: Salixdarên diní neqil dikin ku pişti tofana Nûh (silav lê bin), sê kurên wî:
Ham, Sam û Yafes ji tofaně rizgar bûn û hemû însanên dinyayê neviyên van her sé kurên peyamber Nuh (silav lê bin) tên zanîn. Dibêjin nesla van se kuran di dawiyê de ewqasî zêde bûye ku ji bo debara/idareya jiyana xwe belavî hemû cih û goşeyên cîhanê bûne. Yekem car berê xwe dane navçeyên bakurê rojhilata Girdayê Zewî û li wir bi cih bûne; piştre hinekan ber bi xwarê ve koç kiriye û li navçeya xwe ya niha nişîngeha xwe damezirandiye. Heşt kurên Hz. Yafesi hebûne û navê yekî ji wan Kumer bûye. Zincira bingeha kurdan ji Kumeri bi vî awayî dest pê dike: Yafes, Kumer, Xezer, Kardak, Buwaz, Mitan, Arin, Giwer, Rûdin, Sûr, Dexû, Bulgar, Pişder, Têrxan, Şûd, Xuran, Madê Mezin, Çerkeş, Rasin, Zengan, Dirac, Hekar, Xosnaw, Zaran, Sasun, Sencar, Şikak, Şühan. Gurek, Wan, Miran, Sübar, Pazú, Kad, Gawr, Mengur, Tagaz, Çig ú Madé Biçûk. (r. 46-47) Çendek ji van navan heta iro jî navên bajar, hoz û desthilatdariyên kurdan ên dîrokî û îroyîn in: Mitan, Pişder, Têrxan, Mad, Zengan, Dirac, Hekar, Xoşnaw, Sasan, 'Sencar, Şikak, Gurek, Wan, Miran, Sûpar, Pazů, Kad, Gawr, Mengur, Mad. Kurdgalnamek Madé Mezin weki bapiré Made Biçûk bi nav dike û hozên madi weki Heredotî bi rêz dike; lê belê di lîsteya wê de..
[1]