Raman Hesê
Cûdahiyên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de :
1- #Zimanê kurdî# ji malbata Hindo-Aryen e , lê belê zimanê Erebî ji malbata Hamî-Samî ye .
2- Zimanê kurdî bi tîpên latînî û ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn , ê Erebî bi tîpên Aramî ye û ji rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn .
3- 31 tîpên zimanê Kurdî hene , lê belê di zimanê Erebî de 28 tîp in .
4- Di kurdî de du tîpên dengdêr li pey hev nayên , lê di Erebî de tên .
5- Li ber zimanên cîhanê , tenê di zimanê Erebî de Tîpa (ض) heye , ku ev tîp jî bi zehmetî tê bi lêvkirin .
6- Di aliyê bilêvkirina tîp û peyvan , zimanê Erebî ji yê Kurdî zehmetir û dijwartir e .
7- Hevoka Kurdî ; lêkerê wê di dawiya hevokê de tê danîn , lê ya Erebî di despêkê de ye.
8- Tîpên Erebî bi gelek awayan tên nivîsandin , di despêka peyvê , nêvîka wê û di dawiyê de , wêneyên wan jev cûda ne . Her wiha cûreyên xêzandin û neqişkirina tîpan jî li cem wan heye û her yek ciywaziya wan a herêmî û bedewbûnê heye , lê di Kurdî de tenê hûr û girs heye .
9- Zimanê kurdî zimanê çiyê ye , lê yê Erebî yê deştê ye . Her yek ji wan li gor vê taybetmediyê ciyawaziya xwe daye der .
10- Zimanê Erebî ji ber Quranê bi statû bû û bû xwedî bingehekî xurt , ê Kurdî bê ti pirtûkên pîroz ber bi statûbûnê ve diçe .
11- Di kurdî de qertafên cînavkan hene , lê di Erebî de nînin .
12- Di Erebî de hevoka navdêrî heye , lê di Kurdî de tine ye .
13- Reweya fermanî di Erebî de weke demeke xweser mîna dema niha û bûrî lê tê nerîn .
14- Di Kurdî de piraniya peyvan mê ne , lê di Erebî de nêr in .
15- 220 Milyon kes bi Erebî diaxivin , lê belê 55 Milyon bi Kurdî diaxivin .
16- Zimanê Erebî Fermî ye , lê yê Kurdî negihiştiye wê asta fermîbûnê .
17- Di Kurdî de çi tîpa tê bi lêvkirin tê nivîsîn , lê di Erebî de hin tîp hene tên bi lêvkirin lê nayên nivîsîn .
18- Di zimanê Erbeî de dengdarên di rayeka peyvê de ti carî nayên guhertin , lê di Kurdî de carcaran tên guhertin .
19- Di zimanê Kurdî de tîpên Kelejandinê hene , ku bilêvkirina dengên peyvê ji axvêr re sivik dike , lê di Erebî de tiştekî weha nîne .
20- Di Kurdî de agahî û sedem di pêş de ne lê di Erebî de li paş in .
21- Di Erebî de (Herekat) hene , ew jî weke tîpên dengdêr tên dîtin û bi rola wan radibin , lê di kurdî de rasterast tîpên dengdêr tên nivîsandin .
22- Di zimanê Erebî de dem û bikaranîna wan ne gelekî fereh e , lê di Kurdî de geelekî xurt e .
23- Di pirjimarî , nêr û mêtiyê de , zimanê Erebî zengîn e , lê zimanê Kurdî bi qertaf û çend tîpan vê taybetmendiyê dixuyîne.
24- Zimanê Kurdî zimanekî ( Nîv Ergetîv e ) , lê belê Erebî na .[1]