Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de: Kurtiya Mêjûya #Kurd# û #Kurdistanê#, wergera Mihemed Elî Ewnî, ya ku li Qahîrayê, sala 1936an, derket, di rûpelên 142-146an de dibêje: dipey ku dewleta Eyûbiyan mîrî, (ango hikûmeta) Zenkî ji navê rakir, mîriyeke kurdî ji Azîzan li Cizîra Botan hate ava kirin.
Vê mîriyê Cizîra Botan û navçêyên wê di bin hêza xwe de bi rêve dibirin, heya mîriya Bayinderiyan, yên ku Tirkuman bûn, hat û Botan xiste bin destê xwe de. Belê vê mîriya Bayinderiyan pir dirêj ne kir û Azîziyan careke dî welatê xwe vegerand û xiste bin destê xwe de. Azîzî di welatê xwe de demeke dirêj, nêzîkî du sedsalan serbixwe bûn û karî bûn azadiya xwe biparêzin, heya Osmanî hatin. Hingî ew ketin bin destê Osmaniyan de. Yek ji vê malbata Azîzan Şerefxanê Evdilezîz bû, yê ku di sala 1585an de mîrîtî li Cizîra Botan dikir. Xwendegeha pêşî, ya ku li Cizîrê vebû, navê wê Xwendegeha Sor bû, û ew bi gotina Şerefxanê Evdilezîz hati bû avakirin. Ji vê xwendegehê piştre gelek nivîskar û helbestvanên navdar weke Ehmedê Xanî derketin. Di sala 1821ê de Mîr Bedirxanê kurê Evdalxan kete cihê bav û bapîrên xwe. Ew hingî 18 salî bû. Mîr Bedirxanê Evdalxan, mîrê paşî ji vî bavikî bû, yê ku hê li ser axa Kurdistanê mîrîtî dikir.
Gava vî mîrî keys li Osmaniyan anî, wî rê li ber wan girtin û dest bi berxwedanê li dijî wan kir. Piştî 21 salî, ango heya bi sala 1842an wî karî bû beşekî fireh ji xaka Kurdistanê di bin serekatiya xwe de bigihêne hev. Ji navça bakurê gola Urmiyayê heya bi Rawendûz û Mûsilê li başur, wî hemû bi dest xwe ve anî û kire yek. Wî perên zîvî bi navê xwe derxistin. Li rexekî Mîrê Botan Bedirxan hati bû nivîsîn û li rexê dî sala 1258an koçî hati bû nivîsîn. Gava ku mîr Bedirxanê Evdalxan gelek guhertinên nû di Kurdistanê de kirin û kara xwe ji bo Kurdistana mezin kir, hikûmeta Osmaniyan bi hemû xap û rîpên necamêrî xwest, ku wî ji rê bibe. Piştî ku wan dît, ku mîr bi derew û tolaziyên wan bawer nake, wan leşkerekî mezin, bi serekatiya Osman Paşa şiyande ser wî.
Li ber çemê Zaytûnê, nêzîkî gola Urmiyayê leşkerê herdû aliyan ketine singa hev. Piştî şerekî gelekî dijwar, yê ku tê de hijmareke mezin ji Tirkan hate kuştin û Tirk ber bi paş ve diçûn, Mîr Yezdan Şêr, kurmamê Bedirxan û serekê leşkerê Kurdan, bêbextî li kurmamê xwe kir û xwe bi çend serleşkerên xwe ve gihande Tirkan. Wî xwe gihande Tirkan û bi hêviya ku ewê êdî bibe mîrê Botan, şerê gelê xwe kir. Belê dîse leşkêrê Osmaniyan di şer de bi ser ne ket. Hê ji nû piştî 8 mehan ji xap û derewên Osmaniyan, wan karî bû bi navê dînê misilmantiyê leşkerê Kurdan bişkênin.
Di şer de mîr Bedirxan dîl hate girtin. Osmaniyan ew, birayê wî yî mezin Mîr Salih, birayê biçûk Ased, herdû kurên wî yî mezin û birek ji endamên hikûmeta wî bi xwe re birine Stembolê. Ji Stembolê ew sergomî ser girava yûnanî Krêta kirin û li wir cezayê ku Osmaniyan dabûyê xwar. Piştî ku cezayê wî ne ma, siltanê Osmaniyan rê dayê ku here Şamê. Ew li Şamê ma, heya ku çû dilovaniya Xwedê. Li wir ew di goristana Şêx Xalidê Nexşebendî de, li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin. Li ser quba wî ev gotina ha hatiye nivîsandin: Al-Fatiha, Mîrê Cezîra Botan, Mîr Bedirxan Azîzan, bila dilovaniya Xwedê li ser wî û xwediyên wî be, sala 1287an koçî. Ji destpêka sala 1848an ve Osmaniyan dest bi sergomkirina zaroyên Bedirxan kiri bû. Piraniya wan anîn û li Stembolê hiştin, da dibin çavan de bimînin. [1]