Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qonaxa duyemîn a sererastkirina rêya #Qamişlo#-#Hesekê# dewam dike, ku di Tebaxê de dest bi vê projeyê kiribû û lêçûna projeyê gihaştibû 350 hezar dolarî.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rêzeprojeyên xizmetguzariyê yên sala 2022`an de, di 18`ê Tebaxa derbasbûyî de dest bi sererastkirina rêya di navbera kantona Hesekê û Qamişlo de kiribû. Di qonaxa yekemîn a projeyê de, qîra kevin hate rakirin û aliyên rê hatin rastkirin. Her wiha rêyên din li kêlekan hatin amadekirin da ku tevgera erebeyan di qonaxa sererastkirinê de bê hêsankirin. Xebatên qonaxa yekemîn 13 rojan bênavber heta duh dewam kiribû.
Di çarçoveya projeyê de, rêya di navbera gundê Beko yê bakurê Hesekê û rêya M4`ê de bi dirêjahiya 16 km û firehbûna 9 meteyan tê qîrkirin. Li gorî daxuyaniya duh a desteyê, lêçûna projeyê gihîşt 350 hezar dolarî.
Îroj jî qonaxa duyemîn a projeyê hat destpêkirin, di vê çarçoveyê de rê bi qalindbûna 8 cm tê qîrkirin. Ji saetên serê sibehê de alavan qîr birin û li ser rê danîn. Her wiha rêyeke axî li kêleka rê hat amadekirin da ku tevgera erebeyan asteng nebe.
Çavdêrên projeyê da zanîn dê proje di nîvê Îlonê de bi dawî bibe û piştre rê dê bikeve xizmetê.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê li gorî plansaziya sala 2022`an, li ser sererastkirina rêyên sereke li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike da ku barên Şaredariyên Gel sivik bike.
(eh)
ANHA
[1]