Lêkolînera civakî û çalakvana sûrî Şîfa Sewan diyar kir ku hedefgirtina fermandar #Ziyan Tolhildan# ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, hedefgirtina têkoşîna jinên azad e û got: “Têkoşîna jina azad tirsê dixe dilê dagirkeran.”
Dewleta Tirk a dagirker, jinên ku li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, hedef digire û tiştê ku DAIŞ pêk neaniye, ew bi balafirên bêmirov ên biçek pêk tîne.
Di 22’yê Tîrmeha borî de, dewleta Tirk a dagirker fermandarên têkoşer ên ku gelê herêmê ji terorê parast, fermandara Yekîneyên Antî Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û şervana YAT’ê Barîn Botan, şehîd kirin.
Di 28’ê heman mehê de jî, balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker erebeyek li başûrê bajarokê Eyn Îsayê li nêzî Kampa Til Simin a koçberên Girê Spî hedef girt. Di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; Beşar Mihemed Elî Bozan, Jiyan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed Hisên û Selma Elî Mistefa şehîd bûn.
Der barê vê mijarê de lêkolînera civakî û çalakvana sûrî, Şîfa Sewan ji ajansa me re axivî.
Şîfa Sewan behsa kesayeta fermandar Jiyan Tolhildan kir ku û got: Min ew li Foruma Yekemîn a Şoreşê ya Jinan dît ku di 22-23’ê Tîrmehê de hate lidarxistin. Şehîd Jiyan xwedî hişmendî û fikrekî azad bû, bandora wê di forumê de hebû.”
Her wiha Şîfa Sewan ev li gotinên xwe zêde kir: “Tiştekî erênî û neyênî di heman demê de bû, erênî bû ji ber ku ew beşdar bû û em bi fikrê wê kêfxweş bûn. Em fêr bibûn ku milîtarîzm fikrekî dûrxistinê ye. Lê fikrê heval Jiyan fikerkî parastina bû, pêşevçûyîn û ronakbîrî bû. tê de haydariyeke mezin hebû û ji yên din re vekirî bû.”
Şîfa Sewan daxuyand ku kesayeta şehîd Jiyan kesayeteke leşkerî bû ku êrişkirinê red dike, hertim ji bo parastina jinan amade bû, ji ber wê jî dewletên dagirker dîtin ku kesayeta şehîd Jiyan li ser wan xeter e.
Şîfa Sewan da zanîn ku ne tiştekî hêsan e ku jin ji bo fikr, doz û wekheviya jinan çekê rake.
‘DAGIRKERÎ HEWL DIDE NEZANEBÛNÊ BELAV BIKE’
Der barê hedefgirtina fermandar Jiyan Tolhildan û hevalên wê Roj Xabûr û Barîn Botan de, Şîfa Sewan wiha axivî: “Herdem dagirkerî hewl dide nezanebûnê belav bike, yên weke fermandar Jiyan jî di nêrîna her dewleteke mêtînger de cihê metirsiyê ye. Bi wê yekê dagirkeran îsbat kir ku têkoşîna jinên azad metirsiyê dixe dilê wan ku xwedî fikrekî desthildarî ya madî ye.”
Şîfa Sewan wiha domand: “Koalîsyona Navneteweyî bi rengekî ji rengan di hedefgirtina şehîd Jiyan de hevkar e.”
Çalakvana sûrî û lêkolînera civakî Şîfa Sewan bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê kir ku zanabûnê bi pêş bixin û got: “Ji berê de şer û ceng di navbera başî û nebaşiyê de heye, herdem jî başî bi ser dikeve. Ji ber wê erkê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku hezkirin, başî û zanabûnê belav bike, gava ku ev tişt di nav civakê de hebin wê demê kes nikare wê civakê têk bibe.”[1]