Li navçeya Cizîra
ŞirnexŞirnexê, sala borî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di bin navê “peyzajê” de li Bîrca Belek û derdora wê xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli îhaleya restorasyonê ji Wezareta Çand û Tûrîzmê girtiye, sûrên Birca Belek ku xwediyê dîroka 6 hezar salan e bi kevirên bazalt dinixumîne.
Heman şîrketê, sala borî jî li Birca Belek xebatên restorasyonê dabûn destpêkirin û bi kepçeyan dest bi karê kolanê kiribû. Tevî hemû bertekên hatibûn nîşandan jî şîrketê karê kolandinê berdewam kiribû û xeareke mezin dabû Birca Belek.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,123 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!