Îro li bajarê #Minbic#ê, di civînekê de Meclisa Rûspiyan a Minbic û gundewarê wê bi beşdariya bi dehan rûspî, hat damezirandin.
Civîna Damezrîner a Meclisa Rûspiyan a Minbic û gundewarê wê li hola civînan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, bi dirûşma “Eşîrên me misogeriya aştiya civakî ne”, li dar ket.
Di destpêka civînê de cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê, Cahid Hesen wiha axivî: “Em bi hêvî ne ku ev meclis bibe yek ji bingehên çareserkirina pirsgirêkên civakî.”
Hesen wiha domand: “Gava ku gelek pirsgirêk hebin wê demê pergalên heyî hewl didin wan bi rêya dadgehan çareser bikin, lê gava ku koordîne di navbera Meclisa Rûspiyan Komîteyên Lihevanînê de hebe, wê demê berî ku ew pirsgirêk bigihêjin dadgehan tên çareserkirin.”
Di civînê de 23 endamên Meclisa Rûspiyan a Minbic û gundewarê wê ji şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê hatin hilbijartin.
Der barê mijarê de, yek ji rûspiyên eşîra Benî Esîdî ya Minbicê Mihemed Sadiq El Esîdî, wiha axivî: “Bi vexwendina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, em îro hatin civîna yekemîn a damezirandina Meclisa Rûspiyan. Ji du meh û nîvan ve jî komîteya amadekar seredana hemû eşîran kir da ku nûnerê xwe di Meclisa Rûspiyan de hilbijêrin.”
Esîdî wiha zêde kir: “Piştî damezirandina Meclisa Rûspiyan gelek erk li ser milên me hene, em tev jî dizanin ku rûspî û serokeşîrên Minbicê di tunekirina fitneyê de xwedî roleke mezin bûn.”
El Esîdî diyar kir ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê xwest ev eşîr di nav Meclisa Rûspiyan de werin birêxistinkirin da ku li ser dozên lihevanîn û çareserkirina pirsgirêkên civakî bisekinin.
El Esîdî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wek eşîr û rûspiyên eşîrên Minbic û gundewarê wê, em ê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li hember gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin, her wiha ji bo pêkanîna aşitiyê ji tevahiya Sûriyê re, em banga diyaloga Sûrî-Sûrî dikin.”
(mh)
ANHA
[1]