Diyarname
Kovara Nûbiharê ku ji sala 1992’yan ve derdikeve bi hejmara xwe ya 160’î silav li xwendevanên xwe kir. Kovarak u niha 3 mehan carek derdikeve hejmara xwe ya havînê peşkeş kir.
Di vê hejmarê de jî gelek nivîsên cur bi cur hatine pêşkêşkirin. Ji hejmarên berê zêdetir di vê hejmarê de jinan helbest û nivîs belav kirine ku edîtorê kovarê #Suleyman Çevîk# di nivîsa xwe de bal kişandiye ser vê yeke. Ji van Leyla Aydınê bi sernavê “Dinê Pîr e Ne Nûbûk e” de bi kurtî nêrîna Feqiyê Teyran ya li vê dinyayê terîf kiriye. Zana Şaybakê li ser Eqîdenameya Seyîd Ebdullahê Nehrî nivîsiye, ku ev berhem di pexşana kurdî de berhema yekem tê qebûlkirin. Kevok Mizgîn bi çîrokek û helbestek xwe, Îqlîm Milanî bi wergerek xwe, Asiya Goyan, Zeynep Çelik û Yıldız Çakar jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.
Ji nivîsên vê hejmarê nivîskar Roşan Lezgîn digel xezeleke Hesen Hişyar Serdî ku di sala 1941’ê de bi destê xwe nivîsiye, çend agahiyên balkêş jî belav kirine. Nivîskar Murad Celalî jî li ser Zargotina Kurda ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl nivîsa xwe amade kiriye.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê Levent Gultekîn ligel Dr. Ezîz Gerdenzerî axiviye. Gerdenzerî dibêje “Min destpêka salên 1960’î ve dest avête nivîsê”
Şeyhmus Orkin, M. Zahir Ertekinî, M. Zana Karak, Abdullah Can, Receb Dildar, Lokman Polat, Felat Dilgeş, Rojen Barnas, Sabri Akbel, Dawudê Bagurî, Mela Îbrahîm Sungur, Adem Yaşar, Fehmî Yeşilçinar, Hanifi Taşkin, Mustafa Karadagli, Berken Bereh, Xewneroj, Abdullah İncekan, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, Ahmet Arif, Mustafa Acar, Lehî Bohtan, Rêzan Diljen, Mela Mudrîk Bakirhan, Mehmet Feti Ceylan, Ah Muhsin Unlu, Farûqê Xezalan, J. Ahmed Yildiz, Fırat Keklik, Maksim Gorkî bi nivîs, helbest, çîrok û wergerên cih girtine.
[1]