Diyarname
Kovara Folklora Me ku ji aliyê Weqfa #Mezepotamya#yê 3 mehan carek tê derxistin hejmara wê ya nû derket pêşberî xwendevanan.
Kovara Folklora Me hejmara xwe ya mehên pûşper, tîrmeh û gelawêjê ku ev dibe hejmara 12'emîn, pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Di vê hejmarê de jî stran, şabînok, meselok, mamik, xebrojk, beyt û îdyom di “Folklora Me” de hatine weşandin.
Gelek mesele û çîrok hene ku li herêmên cuda guhartoyên wan hene. Di vê hejmarê de ji van yek “Pîrê û dîk/Dîk û pîrê” ku her yek ji wan li herêmeke cuda hatiye berhevkirin, hatiye weşandin.
“Hin îdyomên Erxenîyê-3”, “Çend mamik ji Agirîyê”, “Du meselok ji Licêyê”, “Du kilam ji eşîra bêrtiyan”, “Du beytên Colemêrgê”, “Diz û siltan”, “Şabînok”, “Serhatîya kiça paşa” hin nivîsên din in ku vê hejmarê ne.
*Ji bo abonetiyê:
Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20
[1]