Li Rojava kar û xebatên hunerî ligel hemû şert û mercên zor zahmet de jî berdewam dikin. Filmê bi navê Rûpela Sor yê ji aliyê derhêner Dêrsim Zêrevan ve hat çêkirinê jî yek ji van xebata ye. Rûpela Sor qala rojnameger Nûjiyan Erhan a ku di 2017’an de li Rojava şehîd ketiye dike. Bi tevlîbûna bi sedan kesî fîlmê Rûpela Sor li navenda Çand û Hunerê ya #Mihemed Şêxo# ya bajarê #Qamişlo# hat pêşandan.
Beriya fîlm were pêşandan, li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got: “Destpêkê di şexsê şehîd Nûjiyan Erhan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Di kesayeta şehîd Nûjiyan de em dikarin bêjin ku gotina Rêber Apo ya ‘Hunermendên gel şervanê gel in, şervanên gel hunermendê gel in’ derbasdar e. Li hember dagirkeriyê bi çeka xwe şer kir û li hember şerê spî bi hunera xwe tekoşîn da.”
Derhênera filmê Rûpela Sor Dêrsim Zêrevan jî axivî û diyar kir ku kesayetên di film de rol girtine û di şoreşa gelan de gihîştine şehadetê û ev tişt anî ziman: “ Em bi fîlma ku bi navê Rûpela Sor nîşan bidin cardin Şehîd Nûjiyan Erhan, Basil, Arîn, Hebûn Ereb, Şervan, Karker û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember kesayeta wan ditewînin. Rojnamegere vî gelî, şervan û şoreşgera vî gelî Nûjiyan Erhan xwedî kedeke mezin bû.”
Dêrsim Zêrevan bal kişand li ser wate û girîngiya şoreşa Rojava û wisa pêde çû: “ Li ser vê axê êşên gelek mezin hatin kişandin, şerên giran hatin meşandin, xwîn, xwêhdan û hesrên dayikan hatin rijandin. Ji bo wê em dibêjin jiyana vî gelî û tekoşîna vî gelî layîqî xebatên hûnerîne ku bi stranan, destanan û fîlman xemilandin û pêşkêş kirin. Ji ber ku li ser axa Kurdistanê berxwedaneke bê hempa hatiye meşandin û tim berxwedaniyek pîroz hatiye meşandin, em dibêjin hêvîdar in ev fîlmê me layîqî keda gelê me be, şervanên gelê me be û keda şehîdên azadiyê be.”
Dêrsim Zêrevan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Ev fîlm bi kedeke pir bi nirx û buha çêbû. Em spasiya xwe ji bo tevahî gelê me, şervanên YPJ û YPG, Asayîş, Hîlala Zêrîn û ciwanên şoreşger dikin. Hêvîdar in fîlm bi dilê we be.”[1]