Gurî şivanê qazên mirovekî bi navê Şêxo bû. Bîst qazên Şêxo hebûn. Her sibê beriya Gurî wan bibe çêrê Şêxo qazên xwe bi hejmar teslîmî wî dikir û êvarê dîsa bi hejmar jê werdigirt. Rojekê êvarê Şêxo dît ku qazekî wî kêm e. Li şûna 20 qazan 19 qaz in.
Şêxo ji Gurî re got; Kuro lawo qazeke min kêm e.
Gurî: Na qazên te temam in.
Şêxo: Kuro ma ne bîst qazên min bûn?
Gurî: Erê bîst bûn.
Şêxo: Niha 19 ne, ma ne wisa?
Gurî: Belê rast e. Niha 19 ne.
Şêxo: Wê gavê yek kêm e.
Gurî: Na, ne kêm e.
Şêxo dît ku nikare tiştekî bi serê Gurî bixe. Rabû gazî 20 merivan kir û ji wan re got her yek qazekê ji xwe re bibin. Piştî ku wiha kirin merivek ji wan bê qaz ma.
Şêxo: Te îca fêm kir Gurî, wa ye mirovek bê qaz ma, kanî qaza vî zilamî.
Gurî: Bila wî jî ji xwe re yek bibira, ma min bi destên wî girtibû.[1]