Eliyê Ebdulrehman ji romanûsên pêşîn ê romana dîrokî ya kurdî ye. Di sala 1920'an de li navçeyeke wanê hatiye dunyayê. Malbata wî di sala 1926'an de ji ber zilm û zora dewletê bi 450 malbatên eşîrên birûkan re koçî Qefqasiyayê, hêla Şewlikê ya di bin rêveberiya Yekîtîya Sovyetan de bû, kiriye.
Pirtûka wî ya pêşîn bi romana Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Romana wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne. Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.(Eliyê Ebdulrehman, Lîs, Xatê Xanim)
Xatê xanim bi şexsiyeta sereke ku bi taybetmendiyên xwe yên kevneşopî û adatî serlehenga wê jin e û navê romanê navê serlehenga wê ye, di nava romanê de xwedî ciyekî girîng û sereke rol dilîze. Ew hevjîna Têmûrê Eliyê Îsa ye. Romana çîroka Xatê Xanim a eşîra kurdên Dêrsimê gundê sincanê ye. Ev malbat her çiqas malbateke nefeqîr ewqas malbateke ne dewlemend e jî û wekî maleke mirovhez, bi qedr û qîmet girêdayî irf û edetên kurdewarî tên nasîn. Piştî mirina Têmûr hem rêveberiya eşîr dikeve destê wê û ew êdî bi kar û barê eşîrê radibe. Dewleta Romê xerc û xeracê li ser eşîrên kurdan zêde dike, ji bo ku çareseriyê bibînin, giregirên eşîrê li mala Xatê Xanim dicivin. Dawiya civînê de ku bi şêwazekî aqilane û bi tedbîr biryar didin ku Sultan û çend xortan biçin Erzîrganê cem Milazimê nehîyeyê. Sultan diçe ji mulazim re dibêje ku bac û xeracê li ser miletê wan kêm bikin, Milazim li ser vê yekê hêrs û daxwaza wî red dike, gotinên nexweş jê re dibêje û qirma wî jê distîne, destên wî kelepçe dike û davêje zîndanê. Di zîndanê îşkenceyeke pîs bi serê wî dide meşandin.
Xatê xanim radibe diçe cem milazim û pê re diaxive, çend zêran dide wî û kurê xwe ber dide. Piştî demek bi şûn ve ji Dewleta Romê biryar derdikeve ku sultan were sirgûnkirin. Lewma Milazim çend eskeran dişîne da ku Sultan ji gundê sincanê bînin bi niyeta ku wî bikuje. Piştî rojekê sultan tînin ku çend hevalên Sultan jî vê re tên li wê derê sultan beriya Milazim qirma xwe vedike û wî dikuje. Li ser vê yekê ji dewleta Romê biryar tê standin ku sultan di demeke kin de bi dar ve bikin. Xatê Xanim bi hewldana xwe ya aqilane naxwaze şer derkeve kurê xwe bi rihetî ji destê Dewleta Romê rizgar bike. Jixwe dawiya romanê bi azadbûna Sultan bi dawî dibe.
Lewma jî em ji romanê nas dikin ku xatê xanim wekî jina ser xwe bi taqet, hêz û aqilê xwe kariye yekîtîyekê di nava eşîrê de çêbike û hem milet û eşîrê derdorê dêrsimê li dora wê kom dibin û bi şêwra wê dikarin bi şeklekî yekgirtî li hemberî dijim bisekin.
Kawa Nemir di pêşgotina xwe ya li ser Xatê Xanim, Novela Pesna Jina Kurd de wiha tîne Ziman''Xatê Xanimê ya Eliyê Ebdilrehman re, ya ku ji nava qulçên tarî yên kelepora me ya nivîskî de derdikeve û bi pêş de tê, bi raya min, xwendevan ê ji du tiştên serekî beşer bike. Yek, di kesayeta Xatê Xanim de rola jina kurd, di warê birêvebirina civakê de; dudu, girîngî û îmkana çêbûna yekîtiya Kurdan û di vî barî de, rola serekî ya çiyayên me''.(25' Avrêla 2012'an / Amed)
[1][2]