Xelo û celo
Li gorî ku dibêjin du ciwanên xort hebûne du kesên bê kes hebûne. Belê, bê kes bûne bav û dayîka wan ji mêj ve dev ji wan berdane û çûne rehmetê. Lema bavên wan jî tu cih ji wan re nehîştibûn. Ji sibehê heya êvarê bi çol û êiyan diketin parsegî dikirin da ku pê debara jiyana xwe berdewam bikin. Navê yekî celo bû û ya dinê jî xelo bû. Xelo mirovekî bi aqil û zana bû, lê celoyê xwedê jê ne razî her tim tewş, berlawer û dîn bû, her tim tişt li pêşiya birayê xwe xerab dikir. Navê wî vê re bû li cimat, der û beran dibû belayê serê birayê xwe.
Rojekê xeloyê biaqil û zana xwe bi xwe re dibêje:
-Ka hele ez bi çolekê de herim belkî ji şivantiyekê an jî karekî ji xwe re bibînim, belkî pê debara xwe bikim.
Xeloyê biaqil dev ji birayê xwe ber dide li pey risq û nanê zikê xwe dikeve. Bi rê de diçe diçe rastî pîrekê tê, dinêre ku ew pêr xwedan pez, dewar, mal û milke. Diçe cem pîrê, li halê hev dipirsin bi hev re suhber dikin. Piştre xelo ji pîrê re dibêje:
- Ê pîrê çi dikî, çi nakî. Ma şivanek bi te ne pêwîste?.
Pîr lê vedigerîne:
-Yawrim kurê min ez li yekî bîna te bi aqil û zana digerim, belkî alîkariyekê bi min re bike ez ê nanê wî û her tiştî pê dim. Xeloyê biaqil êdî ji wê rojê û şûn ve dest bi şivantiyê dike. Pîr jî her nîvro nîvro jê re firavînê tîne. Bi vê rengî xelo jiyaneke xweş û çak de derbas dibe. Ji jiyana xwe pir razî dibe. Celoyê dîn û nezan piştî demekê ji xwe re dibêje:
-Ka hele ez şobe birayê xwe kevim, ka binêrim bi ku de çûye neçûye, sax e, mirî ye?
Ew bi çolê dikeve rojekê, du roj, heftiyeke, demek derbas dibe birayê xwe tê, dinêre ku ew li ber keriyek pez e. Li hal û hewalê hev dipirsin. Celo bi birayê xwe xelo re dibêje:
-ka tu westiyayî hinekî xwe du saetan rihet bike, rakeve ez ji te re li ber pez bim.
Buhar e, çol e, fireh e, xeloyê feqîr serê xwe datîne ser gîhayekî û radikeve. Celoyê dîn jî radibe hemû pezên pîrê datîne ber xwe û hemûyan serjê dike. Dema ku xelo ji xew şiyar dibe, dinêre ku hemû pez serjêkirî û li erdê ne. Radibe bi patikan, payînan bi birayê xwe dikeve û têr dike û ber dide.
-Yaw birayê min!.. ez heriyê kê bi serê xwe kim. Te çima wisa kir, em niha ji pîrê bêjin çi?!..
Wexta firavînê ye, hema hema hindek maye ku pîr firavînê bîne. Xelo bi birayê xwe de dikebe, ka binêre çi bikin çi nekin. Celoyê tevlihev dibêje:
-Xem nake birayê min, ma tu bîr li van deveran hene?..
Xelo dibêje:
-Wela yek li va dera hanê heye.
Celo lê vedigerîne:
-De ka were em li ser wê bîrê du-sê qirşikan bi ser din, û hinek pûş li ser bigerînin û ji xwe re li ber bîrê rûnin, ew ê jî rasterast bi aliyê me de were, dema ku nêzî me bibe dê têkeve bîrê em ê herin jê xelas bibin.
Celoyê dîn bi vê qurnaziya xwe radibe vê tevdîtê dimeşîne. Pîr ji wê de temsiya firavînê li ser sêrî û tê ye. Dema ku dighêje wan xum dikeve bîrê. Ew tenê li wê çolê dimînin. Her du bi hev du re bê rê de ber bi gundekî ve diçin, rê de diçin diçin li wan dibe şev. Celo dibêje:
-ka îşev em li gel mixtarê gund bimînin heta ku sibe li me ron dibe.
Xelo lê vediherîne:
-Ê birayê min, ma ne tu, tu tamê nadî min!..
Vê şevê li şeva xwe li gel mixtarê gund derbas dikin. Mixtar ji wan dipirse:
-Hûn çi karî dikin xortên delal?.
Celo lê vedigerîne:
Wela em tu karî nakin. Belkî karekî şivantiyê li gel te hebe ku em pê debara xwe bimeşnin.
Muxtar dibêje:
-Temam.. hûnê qehwê min bikutin,pezên min hene xwedî bikin. Ez ê xaniyekî û nanê zikê we bidim we.
Her du bira rojekê, du roj bi demê re karê xwe li gel Mixtarê gund dimeşînin. Xeloyê biaqil tim ditirse ku birayê wî belayekê bîne serê wî, tim bi xwe re dibêje çawa ez ji vir biçim?..
Di berbanga sibehekê de celo ji xew radibe karikên li ber delaliya Mixtêr serjê dike û çedike bîrê. Sibehê Mixtar ji xew şiyar dibe dinêre ku karikên wî tune ne. Celo dibêje:
-Min karikên te serjê kirin Mixtaro..
Mixtar dibêje:
-Te çi bi wan kir?!..
Celo vedigerîne:
-Min çekirin bîrê
Ma wê Mixtar çi bike, radibe wan diqewitîne û dibêje:
-Ji vê derê bikşin û li min vemeherin..
Her du bira bi çolê dikevin. Xelo ji celo re dibêje:
-Yaw birayê min, kulo, derdo, merezo ma tu niha ji min çi dixwazî? Ka tu bi riya xwe de here, ez jî bi riya xwe de herim.
Xelo dev ji birayê xwe ber dide û bi riya xwe diçe, êdî ji hev û du wenda dibin. Xelo êdî vê dawiyê li gundekî di rast tê. Dikanciyekî dibîne û li ber destê wî kar dike. Celoyê dîn dizîfire dizîfire, dîsa rastî birayê xwe tê dinêre ku ew li ber destê dikanciyekî dişuxule, ew dengê xwe nake. Her şev diçe li di teqê re gelek tiştan didize û vedigere. Sibe dibe dema ku xelo dikanê vedike dinê ku tiştne jê kêm in. Xwediyê dikanê jê dinêre ku hin tişt ji dikanê kêm in. Xwediyê dikanê ji xelo re dibêje:
-Way kuro tu bi tiştan çi dikî, bi ku ve dibî?
Xelo dibêje:
-Wela ez jî nizanim her ku ez dikanê sibehê vedikim dinêrim ku tiştne jê kêm in.
Xwediyê dikanê li ber wî xweş dike û dibêje:
-Yawrim kuro.. heger te biriye yan jî te daye kes mesî bêje, ez naqeherim?.
Xelo dîsa lê vedigerîne:
-wela ez jî nizam..
Dibe êvar xwediyê dikanê li dikana xwe dibe nobedar da ku nas bike kî ew dizê ku her şev tê û tiştan didize. Bi xwe re dibêje''Vî kurî ez kezebreşî kirin û dibêje ez nizanim''. Di wê şevê de xwediyê dikanê dinêre ku yek tê serê xwe dixe teqê û gelek tiştan ji dikanê didize û dibe. Xwediyê dikanê dengê xwe nake. Sibe dibe tê dikanê û ji xelo re dibêje:
-Kuro.. Êdî her tiştê di dikanê de tê ye dizîn. Ez êvarê hatim min dît yekî wekî te hat û gelek tişt ji dikanê birin.
Xelo dibêje:
-Ev birayê min e. Ma ez ê bi wî çi bikim her tim li min wisa dike.
Xwediyê dikanê wî diqewitîne. Di wir de dîsa xelo û celo ji hev û du vediqetin. Êdî xeloyê biaqil diçe li gundekî bi cih dibe. Yek ji gundiyan dibêje:
-Xelo feqîreke. Ka werin em keçeke weke wî bidnêkê, bila bi hev bisitin û jiyana xwe xweş û geş berdewam bikin.
Xeloyê feqîr bi keçeke wek xwe re dizewice. Ji wê rojê û şûn êdî jiyana wê dibe kêf û xweşî. Çîroka me çû liqatê rehmet li dê û bavê cimatê.
Têbînî: (Ji devê jineke ku temenê wê 72 salî ye û li herêma Kobaniyê ya ser bi Rojavayê Kurdistanê dijî)
[1]