Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li axa Herêma Kurdistanê zêde dike.
Li gorî zanyariyên li ber destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li Kanî Masê, Şêladizê û Dêrelûkê berfereh kirine, topxane û otomobîlên leşkerî yên weke Hameran li wan xalan bicî kirine.
Artêşa Tirkiyê herwiha xalên nû li derdora Hirûrê û li navçeya #Amêdiyê# danîne.
Ev di demekê de ye ku birrîna daran û têkdana jîngeha deverê û rakêşana caddeyan berdewam e.
Di 17 Nîsana îsal de Artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 180km ji rojava bo rojhilat û bi kûrahiya 15km bo başûr li sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona Pence Kilîl kiriye.
Ji sala 2018an ve Tirkiyê li ser sînor mijûlî avakirina bingeh û bargehên serbazî ye. Li seranserê devera sînorî ji navçeyên Sîdekan heta Heftanîn û Zaxo.
Ji destpêka operasyona Pence Kilîl ji 17 heta 25ê Nîsanê, Tirkiyê 4 baregehên leşkerî yên nû ava kirine, 2 ji wan li Avaşîn û 2 li Zapê bûn. Avakirina baregehekê li ser çiyayê Kurejar dest pê kiriye.
Herwiha Tirkiyê ji bo bihevgirêdana wan baregehan û gihandina alîkariyên Lojîstîkî jî riyan di navbera wan de çêdike.[1]