Xelkê #Şingalê# ku vegeriyane ser malên xwe, dibêjin ku ew hêj koçber in, ji ber ku xaniyên wan nehatine avakirin, alîkariya wan nayê kirin ku bikarin xaniyên xwe ava bikin. Herwiha Bêhtir ji 5 hezar xaniyên ku li Şingalê hatine teqandin û wêrankirin weke xwe mane ku piranya wan li milê Çiyayê Şingalê ne.
Piştî 8 salan ji êrîşa DAIŞê, heta niha zêdetirî 5 hezar xaniyan ku hatine teqandin wêran û kavil in, beşek ji xelkên ku vegeriyane Şingalê ji ber ku malên wan hatine teqandin li malên xelkên din dijîn.
Beriya êrîşa çekdarên DAIŞê li gundê Hemedana yê rojhilatê Şingalê, 15 kes di malekê de dijiyan, lê zêdeyî 8 salan e ew mal hate teqandin û xwediyê wî xaniyê 6 sal in koçberî kampeke Duhokê bûne û ev du sal in vegeriyane Şingalê, lê xwe weke koçber dibînin.
Xelkê Şingalê Seîd Hesen dibêje: “Rast e em ji kampê hatine Şingalê, lê em ne li malên xwe ne, ev gundê Hemedanê ji bo me nehatiye avakirin. Hûn dibînin hemû mal wêran bûne, heta neyê avakirin em dê çawa bên ser malên xwe. Kes ji bo me tiştekê nake.”
Li gundê Rembusî yê li başûrê Şingalê, piraniya xaniyan hatine teqandin û herifandin. Paşmayên xaniyan berçavtirîn dîmenê nav gunde ye ku heta niha jî di cihê xwe de mane.
Xelkê Şingalê Berekat Xelef jî got: “Ji sedî 8ê wêran kirine û ji sedî 20 maye. DAIŞê he der xera kirine û heta niha kesê ji me re tiştek nekiriye. Ji bo me tiştek çênekirine. Hûn dibînin hêj bermahiyên wan li ver mane.”
Li gorî amarên qaymeqamê qeza Şingalê, zêdetirî 5 hezar xaniyên herifî, li navçeyê kavilên wan weke xwe mane. Piraniya wan wan li aliyê qibleta Çiyayê Şingalê mane.
Qaymeqamê Şingalê dibêje ku hikûmeta Iraqê Şingal weke navçeya wêran daye zanîn lê heta niha xizmeta bajar nekiriye
Qeymiwamê Şingalê yê bi wekalet Nayif Seydo jî dibêje: “Sala 2017 parlamentoya Iraqê biryar da ku Şingal devereka wêrankirî ye, pêwîst e li gorî wêraniyê hikûmeta Bexda, Mûsil û hikûmeta Herêma Kurdistanê hemiyan dest bi alîkariyê bikira û Şingal bihata avakrin, le belê piştî heşt sal borin heta niha xelkê wê koçber in. Eger bihata avakirin bêguman xelk dê vegeriyan.
Nêzîkî 35% ji xelkê Şingalê vegeriyane, lê piraniya gund û komelgehê Şingalê ji paşmayên malên wêrankirinê nehatiye paqijkirin.[1]