Dayê van rojan zivistaneke sar û seqem bi ser me de hat, ev zivistana îsal tiştekî nedîtîbû, hema ji nişkê ve bi ser me de berf barî. Qet haziriyên me tunebûn, ne nanê me û tendûra me, ne alifê heywanan û ne jî kerme, her tiştên me di bin berfê de man. Ê min, ez her tim haziriyên zivistanên herî seqem dikim lê vê carê berf dibare û ba jî pêre. Em ne dikarin derkevin derve, ne heywanên xwe alif bikin, ne tendûra xwe vêxin, ne nanê xwe bipêjin û ne jî avê bibînin.
Ji xwe hemû kanî û çem cemidîne, em carna hinek kerme ji bin berfê derdixin, her carê sîtil û beroşan tije berf dikin, berf hinekî dihele, nêvî didin heywanan, nêvî jî em pê karê xwe dikin. Îca di nava van rojên sar û seqem de,fîte fîta Gozê ye ( Navê wê Gozel e, em jê re dibêjin Gozê), berfa derê mala xwe û tewla xwe paqij kiriye, agirek li ser boriya avê vêxistiye, borî germ bûne û şirpe şirpa ava wê ye û dikişe.
Min dî waye Gozê riya ber derê xwe heta ber derê min ji berfê paqij dike, kêfa min hat, min xwe bi xwe ji xwe re got; hela ka binêrin, hevaltî û cînartî ji bo rojên weha nin, min jî sqawolek (Gêziya mezin) da destê xwe, ew alîkî û ez jî li alîkî. Dema em di navbera mala min û mala wê de gihîştin hev, Got; Lê lê xwîşkê dilê min helîseyek bi goşt dixwaze, kesek wek te nikare helîsê çêke, av û dan û goşt ji min, çêkirin jî ji te.
Dayê rebenê, ji xwe min ji serê sibê de pariyek nan ne avêtiye devê xwe, dilê Gozê helîsa bi goşt dixwaze. Him hevala min a salan e û him jî cînara min e, carina bestana (bê hemdê xwe) xeber dide, haya wê ji bayê felekê nîn e, tu xema wê ji tiştekî nîn e, dilê wê çawa bixwaze wisa dijî. Min got; qelaxa min a kerma di bin berfê de maye, ji serê sibê de ez dikim û nakim hebek kermekî zuha nabînim bavêjim sobê, tu jî dibînî berf dibare û ba jî pêre!!!! Ji xwe ez nikarim gava xwe jî bavêjim derve, tu hal û pergala min dibînî. Min çawa kir, gotinên min li erdê man, ew bi lez çû kerme, av dan, rûn û goşt danî ber derî û çû. Ez yeke wisa me ku çi bibe jî tu carê dilê heval û hogirê xwe ji xwe nahêlim.
Ez ji neçarî rabûm min dest bi çêkirina helîsê kir, nizam di navberê de çiqas dem derbas bû, dengekî wek tu bêjî dîwarekî bilind hilweşe xwarê, ez derketim ber derî, min dî şexte bi ser mala Gozê de ketiye, bû hewar hewara min, hemû kes reviyan û hatin hewara min, em bi destan ketin nava berfê, vedikolin ku cihê Gozê bibînin. Dema em berfê davêjin, ba wê berfê dîsa bi ser me de vedigerîne. Piştî demekê me ew dît, tenê destê wê xuya dikirin, wexta ku me ji bin şextê derxist, beroşek li ser serê wê bû, lê baş bû, birîndar nebûbû, tenê dest û lingên wê hinekî cemîdî bûn. Piştî ku me ew derxist û anî mala min, çavên xwe vekir û got; Te helîse çêkir? Min got; tu qurederê bixwî, seba tasek helîse hindik mabû tu bifetisî, bicemidî û hîn jî helîse di bîra te de ye. Sedema beroşa li ser serê wê; xwestiye ji min re hinek sêvên zivistanê bîne, pê hesyaye ku şexte bi ser wê de dikeve, beroşê daye ser serê xwe. em bi wê heta derengî şevê him keniyan û him jî me helîse xwar. Dawiya dawî got; Bayê bezê sexte bi ser min de xist…[1]