#Îhsan Bîrgul#
Li qata jêr yanî ya li erdê;
Amadekirina maseyeke taybet ji bo mêvanên restorantê yên taybet, hatin û çûyîneke bi lez û bez.
Li qata jor yanî li ser restorantê;
Xirecireke dijwar, destpêkirina temîra qatê. Li zikê her dîwarî serê mûrç, çakûç an jî matqap û hîltiyekê. Hatin û çûyîneke ji ya qata jêr zêdetir..
Li qata jêr;
Mase hazir, jinike bedew a lihevhatî û mêrikî xweçêkirî û kelecan li ser.
Jinik li benda gotinên mêrik, mêrik jî ji kelecanê dest û tiliyên xwe dixwe
Li qata jor;
Mêrikekî ji mîzê werimî, li cihekî destavê digere. Ber bi kîjan odeyê diçe yek lê ye û li wir dixebite. Gote hevalê xwe:
- Kuro mîzê ez kuştim!
Hevalê wî bi van gotinan bersivand:
- Ka were bimîze vê avdestxaneyê hilweşiyayî. Lê baldar be bila mîza te neçe qata jêr. Me bi xelqê nede kutanê ...
- De here tinazê xwe neke.
Pişti van gotinan, mêrikê ji mîzê werimî, encax xwe gihande avdestxaneyê û dest avête doxîna xwe...
Li qata jêr;
Mêrik û jinik li hev germbûyî û di destên wan de piyaleyên bi şeraba sor dagirtî. Tam mêrik devê xwe bi gotinên xweş tije kir ku teklîfa zewacê bide jinikê, çar dilop mîz ji jor de kete nav piyaleya wî. Car jî kete nav
piyaleya jinikê ya bi piyaleya mêrik ve zeliqandî.
Ew merikê xwe bi gotinên kûbar û romantîk dagirtibû, bû wekî harekî, bi kefa ji ber hêrsa ser deva ketî ve:
- Wey min dê û mak, ter û hişkê wî niyo yê li jorê mîst!
02.09.2022
[1]