Lêkolîneran pêkhateya dîrokê li gorî serdeman dabeş kirine; wekî serdema kovî, serdema seyd û berhevkirinê, serdema antîk, serdema feodal, serdema sanaiyê û ev serdema hanê; hin dibêjin a teknolojiyê hin dibêjin a dijîtal…
Tevgerên guherînî yên çînî û neteweyî jî hewl dane dahûrandinên kesayeta serdema xwe bikin. Wekî kesayeta kovî, klasîk, feodal, nezan, hevkar, gundî û hwd. û ketine pey pênasekirina kesayeta şoreşger û ya dijî şoreşê. Çi çîn çi neteweyî yên bi van dahûrandinan bi ser ketine xwe xelas kirine hene lê yên ew dahûrandin kêrî wan nehatine hê bindest mane jî hene…
Mînak em kurd! Gelo çima ew dahûrandinên gerdûnî li cem neteweya kurd bêkêr mane nebûne dermanê têkbirina kesayeta belengaz a bindest û çêkirina kesayeta li dijî bindestiyê serî radike û xwe xelas dike? Qey cudahiyek kurdan ji ya bindestên din heye?
Çinarê min digot: ‘Her kurd berî bibe kurd pêşî xayîn e! Ez jî bi hemî xeşîmî û nezanîna xwe li ber wî radibûm min digo na heyra, ‘kurd berî bibe kurd pêşî bi rêya olê ereb e, bi rêya dîrokê fars e, bi rêya ‘modernbûnê’ tirk e, bi rêya înternetê jî evrensel-gerdûnî ye.
Digot: ‘lê ev qarewara kurdbûnê çi ye’? min digotê, ‘li cihê karek bi ser xistinê û hunerek li ser axaftinê tune yî sermiyana îstîsmarê ye’.
Mêtinger li ser erdê mêtingehê bes dikarin bi rêya du tiştan bimînin, yek bi hêza xwe ya leşkerî didu bi hevkarên xwecî yên ji mêtingehê.
Hevkarên xwecî ku bêhtir wekî xayîn an cehş bêne pênasekirin jî divêm pênaseya di cî de qewadî ye! Yanê hevkarên ku serbazên mêtingeran re jinan peyda dikin, di talankirina dewlemendiyên erdê mêtingehê de ji mêtingeran re hemaliyê dikin, cerdevanî û sîxuriyê û hwd. dikin ne xayîn qewad in. Lê ew qewadiya wan qewadiyeke klasîk e! Balam em ne di serdema klasîk de ne, lew dêle-qewadiya modern jî heye!
Sermiyana qewadiya klasîk firotin e sermiyana qewadiya modern îstîsmar e!
Li orta hola xwe derxistina pêş; ji êş, koçberî, skence, mirin, wêranî, hestî, birîn û şerpazebûna neteweyê sahneyek û ji her alî ve yên pê li pişta yên ji xwe hejartir dikin û bi zor û bela xwe davêjin ser wê sahneya ku bin lingên wan de dinale; hola xwe derxistina pêş bi dengên îstîsmarê yên hilkişiyane ser sahneyê diheje…
- Ji ber kompleksê xwe kêm dîtinê û heyraniya rojavayiyan meriv ji ferhenga zimanê xwe pênaseya mêtingeh û mêtinger bikar neyne kolonîzm û dij kolonîzmê bikar bîne… (bi salan serê zarên kurd bo famkirina têgehên revîzyonîst, oportonîst, emperyalîst, burjuwa û nizam çi quzilqurtê pûç kirin, îcar jî kolonîzm û dij kolonîst…)
Ji Apê #Osman Sebrî# û #Nûrî Dêrsimî# bêhay bûn, roj bi roj ji Fanon ayet daxistin….
Netewperweriya kurd a ku di nav tirkên gewrik de dijî û bi zimanê tirkan tê kirin…
Bi salan û bi hezaran kîlometre dûrî mêtingeran bimînî lê li wan deran zarên xwe bi destê xwe bi zimanê mêtingeran mezin bikî, sibê êvarê rojeva mêtingeran wekî gû bicûyî, kîna biserneketina siyasetoka xwe bi ser siyaseteke din a kurd de wekî jahr verişî lê rabî şîretên kurdbûnê li zarên xelkê bikî...
Bo malê xwe bifroşî li cem wê siyasetê bêjî hûn heq in, li cem ya din bêjî hûn heq in, li cem kemalistan bêjî em kurdên modern û sekuler in; ev yek tenê bi bûkelemûniyê nayê pênasekirin …
Bo nanî meriv neçar dibe di karekî wan de bixebite, lê karê dewşîrmekirina zimanî ne karekî ku yê xwe nas dike pesnê wî pîşeyî bide ye...
Bi awayê lihevkirî derbarê pirtûka hev de nivîsîn, ji hev re xweş kirin li rûyê hev kenîn…
Barê behskirina tiştên hinan dayîna ser xwe û newêrina behskirina rastiyê…
Nûçevaniya ku bes ji hin kesan û karan hatî eyarkirin…
Sibê êvarê eyardayîna xelkê de bî lê nikaribî yên ku hunera wan ne sazkirina hevokên bedew lê rojê îlam carê bi ser kesekî/ê de rîtine re dengê xwe dernexî, ku ev yek bes bi serbifisiyê nayê vegotin…
Min bihîstiye, gotiye: ‘min pirtûka wî xwend dixwazim behsê bikim lê di sosyal medyayê de tune ye’. Yanê çi? Ger di sosyal medyayê de hebim tê karibî bi xwendina çend pirtûkên rexneyên wêjeyî li min bigirî, yan dixwazî min bikî şîrikê mebesta xwe ya nixumandî, ya…
Heke dezgehên zimanê meriv yên ragihandinê hebin lê meriv çi bi zarê xwe çi bi zarê mêtingeran ji dezgehên mêtingeran re binivîse û hevbipeyve, bes ne meseleya pere û kompleksê ye...
Yên çav li te bin tenê kurd bin lê rabî eyba xwe ya bi zimanê mêtingeran nivîsandinê bi mebesta peyam raginandinê veşêrî ...
Li cihên marjînal û bi konfor yên mêtingeran jê re terxan kirî rûnî ewkê li xwe mezin bikî lê ji kurdan bixwazî ku kurd avakirina dewleta xwe bixwazin…
Wextekê li odeyên zadeyan ê li aliyê jor rûniştî digo çi qas tî bûme yaw! Hêngê yê li aliyê şekalan rûniştî fêm dikir radibû diçû tasek av ji yê li jor rûniştî re dianî. Niha jî yên li cihên xweş ên mêtingeran jê re terxan kirine hêngê li ber kompîtur rûniştine gû di qûnê de hişk bûye dixwazin ku zarên xelkê li gorî kêfa wan ji wan re dewletekê ava bikin; dibêjin dewletê dixwazim. Zen dikin bi xwe li odeya zadeyan li aliyê jor rûniştine yên dewletê ji wan re ava bikin jî li aliyê şekalan rûniştine…
Li her dera cîhanê dijberiya siyasetekê bi proje û xebatên siyasî dibe, lê ya hinan di klozetê de bi çêr û dijminane bêhn dide…
Meriv dikare rexne bike, ne ecibîne û bi rexneyên rast bi ser de here, heta meriv dikare jêheznekirina xwe jî bi eşkereyî bêje, lê heke meriv di roja ew di nav lepên har de bi porê wê jinikê girtinê û kaşkaşkirinê de rabe pesnê şefê wan guran a ji straneke kurdî re lêvên xwe livandine bide, û yên din rabe hestiyên di tûrikê de ji xwe re bikî keys û jehra birîna biserneketina xwe bi ser yê hê bin neketiye de verişe…
Û yên yên yên…. Û yên li ser sehneyan nanê xwe ji kurdî dipêjin lê di kûlîsan de wî bi tirkî dixwin jî, yên li rûyê hev dikenin jî û yên bi gur re dixwin lê li ser wê sahneyê bi xwedî re digirîn jî…
Mînak pir in, lê ev ên ji rêzê û berbiçav bes in. Jixwe helkeftineke din a ku bêhna serbilindkirinê jê tê ku divê meriv behs bike şikur ji nav me naqewime; ev e birqîna di vîtrîna me de.
**
Hê jî li ser a xwe me; kurd berî bibe kurd bi rêya olê ereb e, bi rêya dîrokê fars e, bi rêya modernbûnê tirk e, bi rêya înternetê jî evrensel-gerdûnî ye.
Wisa ku, qey dibêjî ereban farsan tirkan û nîvê din li hev rûniştine li serê kurdan xaçepirsek çêkirine û dane destê kurdan û gotine, ka bersiva vê pirsê binivîse; li cihê pirsê çi dikî çi nakî jî bersiva kurd lê hilnayê. Yê/a li ser wê sehneya ji hestî, êş û malwêraniya kurdan hatiye çêkirin ku diqîre dide tapanan pê li pişta yên ji xwe dike ji xeynî bersiv bibe kurd dibe îslamîst, dibe modern, dibe antîkolonîst, dibe femînîst, dibe humanîst û pisîk hez, dibe zerdeştî, dibe anarşîst, dibe kemalîst, dibe marksîst, dibe antiyê hêzeke kurd, dibe gerdûnî; yanê dibe bersiva her pirsê lê nabe bersiva xaçepirsê ya dixwaze lê kurd binivîse, çiku ya tîp zêde ne tê hilnayê yan kêm in cihê pirsê tije nake.
Yanê tirk, fars ereb û nîvê din êdî ji karê xwe piştrast in, dizanin ku ew ê bi angaşta kurd im, nikaribe pirsa xaçepirsê wekî kurd bibersivîne.
Gelo bi rastî tevgerên kurd dahûrandina kesayeta kurdê vê serdemê ya/ê xwe dide pêş kêm kirine yan şaş kirine?
Dema meriv li vî tabloyê li jor dinêre, tevî ku bi piranî ew wekî benîşt tên cûtin jî dibêm her du tevgerên kurd ên mezin tevî xêr û gunehên xwe ve ‘di asta navendî û çeperane de’ di vê serdema bindestiya me de kurdên herî samîmî ne.
Heke şaşîtiyek wan hebe jî di wê dahûrandina kesayeta vê serdema bindestiya me de ye!
Dibêm heke bi rastî wan dahûrandin û pênasekirina kesayeta bi rêya olê erebbûnê dinimîne, bi rêya dîrokê farsbûnê dinimîne, bi rêya modernbûnê tirkbûnê dinimîne, bi rêya înternetê jî ‘gerdûnîbûnê’ dinimîne belkî bigotina ma di ber van de?!... Belkî bigotina ma ne heyf e…
Erê, heyfa meriv bi yên gorek xwe tune ye re tê, ew qas.
Mêtinger di qonaxa dawî de bi afirandina kesayeta wiha re hemû zagon, ehlaq û sincê civaka mêtingehê dirûxîne û serkeftina xwe ya mayinde radigihîne. Ji loma, êdî bo ji hev de xistinê û jinavbirina civaka mêtingehê pir jî pêdiviyê bi qewadiya klasîk nabîne, dêle-qewadiya modern a pir bi arezû û bi daxwaz bêhtir di heqê wî karî de tê der.
Carinan dibêjim, baş e min hewla bibim bavê zarokekî/ê neda ye. Yan na, ew ê jî neçar bimaya li gel ew ên li ser sahneyê bêje ez jî kurd im…
[1]