Diyarname
Ji bo 9’emîn Pêşbaziya HElbestê ya #Arjen Arî# dema serîlêdanê dest pê kir. Yên bixwazin dikarin heta 1’ê adara 2022’yan dosyayên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî, ji bo xwedîlêderketina ziman û wêjeya kurdî Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor bi hev re vê pêşbaziyê li dar dixin. Niha 9’emin car dê li dar bikeve û dema serîlêdanên destê pê kir. Îsal lijneya juriyê ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî. Hatice Kiliç û Rêdûr Dîjle pêk tê. Dosyaya ku bi ser bikeve roja 15’ê gulana 2022’yan dê bê eşkere kirin.
Li gor daxuyaniya ku hate belavkirin ev şertên pêşbaziyê bi vî rengî ne:
- Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
- Wekî xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
- Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
- Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.
- Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
- Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
- Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
- Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
- Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.
- Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin.
- Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û USByek pêve nekirî wê neyên nirxandin.
- Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
- Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
- Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2022an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin.
- Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:
Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 5. Sokak, Ademoğlu Apt, No:8, Daire:7, Yenişehir/Diyarbakır
(li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)
- Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
- Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.
- Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
- Kesên xwedî berheman divê di navbera heya 1ê Adara 2022an dosyeyên xwe bişînin.
- Pêwendî; Reşo Ronahî: 0543 488 6996 [1]