#Diyarname#
Pirtûka nû ya helbestan a #Çetîn Lodî# bi navê “#Etar#” ji Weşanxaneya kîl derket. “Etar” ji 138 kurteçîrokan pêk tê. Nivîskar li ser serboriyên xwe çîrokên xwe ava kirine.
Çetîn Lodî demek etarî kir û di wê dema karê xwe de rastî gelek bûyerên cuda hatiye. Wî ev bûyer û mijarên cuda kirine çîrok û wekî pirtûkek pêşkêş kirine. Çîrokên komîk, ecêb, li aliyê din çîrokên rastiya jiyana kurdan nîşan didin di “Etar”ê de hatine bi cih kirin. Dikare bê gotin ku bi vê pirtûkê çanda devkî bi awayekî neqlî nivîskî hatiye kirin.
Ji pirtûkê
“Na na, laçik dihate bîra wê wek çiftexasê, wek namûsê lê kevok ref bi ref difirîn; heta ku çavên wî xuman digirt. Ji ber wê bû navê neviyên xwe yek “Kevok”, yek jî “Zeytûn” danîbû. Lê ji kesekî re negot çavên xoşewîsta min zeytûnî bûn… Ji ber wê min navê wê xistiye “Zeytûn”. Dema jê dipirsîn “Çima navên herdu neviyên te wisa ne!?” wî jî digot “Na lo, wek ‘Firat’ û ‘Dîcle’yê ne…”
Çetîn Lodî kî ye?
Nivîskar Çetîn Lodî di sala 1978’an de li gundê Lodê ya girêdayî Dihê hatiye dinê. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, Tîroj, W û Nûbiharê de hatine weşandin.
Pirtûkên Wî:
- Rê û Rê (Helbest), 2015 / Weşanên Na / Îzmîr.
- Çavên Şevînî(Helbest) Çapa 1. 2016/Weşanên J&J/Amed, Çapa duyem 2020/Weşanên Na/Îzmîr.
- Şiva Miriyan (Helbest) 2020 /Weşanên Na/Îzmîr.
- Evîn û Mirin (Roman) 2020/Weşanên Kil/Îzmîr.
- Qumarcî (Pêkenok, Meselok) 2021/Weşanên Kil/Îzmîr.
- Etar (Çîrok) 2022/Weşanên Kil/Îzmîr.
- Etar / Çetîn Lodî / Weşanên Kil / Çîrok / 154 rûpel / 2022
[1]