Diyarname
Nivîskar Dagistan Karakoç vê carê romaneke nivîsî. Romana wî bi navê “#Şevên Derîhesin#” ji Weşanxaneya #Nûbihar#ê derket.
“Bi berbangê re min tûrê derdan avête milê xwe û dîsa şefeqên bextewar berhev dikim ji bo sibehên bê mikan. Dûre min dît ku di rojeke bi tav de, birîneke bê derman e evîn. Mîna hizna ku di paşila helbestê de westa xwe hildide…”
Romana nivîskar Karakoç bi van gotinan dest pê dike. Roman serboriya zilamekî belengaz, çîroka Şiko pêşkêş dike. Bi ser lehengê romanê Şiko re jiyana rojane ya mirovên ji rêzê derdikeve pêşberî xwendevanan.
Dagistan Karakoç di her du pirtûkên xwe yên çîrokên ên berî vê hatine weşandin de xwendevan biribûn herêma xwe Xoçvanê, di vê romanê de jî careke din berê xwendevan dide wir. Pirtûk wekî rêzeya sêyemîn a her du pirtûkên din jî dikare bê hesibandin.
“Bû reqe reqa lingên leşkerên ku rûyê wan ji pirçê nayên xuyakirin, derketin hundir. Bi kincên sivîl, bi sîlehên giran, bê selam bê hewal êrîşê Şiko kirin. Berê wî dane dîwarê malê, li ser geriyan, tiştek nedîtin. Qidûmê Senê şikestibûn nizanibû rastî çi hatiye. Paşê yekî ji wan pêşde hat, ji Şiko pirsî:
- Navê te Şiko ye?
- Belê, Şiko bi tirs got
- Paşnavê te Ozturk e?
- Belê.
- De bide pêşiya me.
- Çima?
- Kula canê te re. Em hela te bibin ciyê cî, emê bi te bidin mêrandin çima. Tu him alîkariya xayînan dikî, hem jî çima ha…”
Wekî vê beşê, pirtûk zehmetiyên kurdan, derd û kulên dinyayê, zehmetiyên ew dikişînin, êş û zordariya li ser wan di nav çîroka romanê de xwe nîşan dide.
Dagistan Karakoç kî ye?
Nivîskar Dagistan Karakoç di sala 1958’an de li gundê Omeraxa ku li ser herêma Xoçvanê ye hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û lîse li Qersê xwendiye. Li ser folklor, dengbêjî û çanda herêma Xoçvanê lêkolînên wî didomin.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Xoçvan Çîrokên Nîvcomayî, 2014, Çîrok, Nûbihar
- Qêrînek ji Axa Zelûl, 2016, Çîrok, Nûbihar
- Şevên Derîhesin, 2022, Roman, Nûbihar
- Şevên Derîhesin / Dagistan Karakoç / Nûbihar / 152 rûpel / 2022 / Roman
[1]