Pirtûka #şengal#ê, #vejîna Çilmêran#. Ev pirtûka ku ji weşanxaneya Aryan derketiye, xwedî pirtûkeke ku gelek êd, derd, kul, hesret û kenekî westiyayî ye. Pirtûkeke ku ji 120 rûpelan pêk tê. Nivîskar #Azad Ararat# di vê pirtûka xwe de me li di gera serpêhatiya nava şengalê de digerîne, me hey digerîne û digerîne. Dema ku kîjan bajarê #Mezopotamyay#ê tê gotin, bêguman yekser xeml, zozan, çiya û şînatiya ku bi xwezaya xwe ya cihêreng mişt bûye tîne berçavên me. Di destpêka xwendina min a vê pirtûkê de di şeysandina xwezaya şengalê, şengala cihê baweriya ol, mezheb û tarîqetan, şengala cihê çîrok û çîrvanokan in. Ji bo şengala pîroz nivîskar di çend hevokên xwe de wiha dibêje.
''Çiyayê Şengalê di navbera Dîjle û Feratê de ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Piştî neqebekê êdî Çiyayê Kolik ber bi rojava ve dest pê dike. Başûr û bakurê çiyê deşt in; deştên bi xêr û bêr. Cihê herî bilind di Çiyayê Şengalê de wek Çilmêran tê zanîn û bilindahiya wî 1.463 metre ye. Dirêjahiya çiyê 100 kîlometre ye. Gelek gelî û newal
ji çiyê diherikin û ber bi başûr û bakur ve xwe berdidin xwarê.''
Bi meraqeke hêdî ketim gera xwendina vê pirtûkê, lê her di keft û lefta wê meraqê de bi tirs mam ku wê çi bi serê Şengala êşê were. Belkî ji gelek xwîneran re êşa di vê pirtûkê de hew tenê êşa dagirkirina çeteyên Daişê, firotina keçan û û malwêraniya bi ser de hatiye ve sînordar bibîne. Na, ne ew êş tenê. Nivîskar di pirtûka xwe de êşên gelê kurd hema kêm be jî, ji hemû aliyên wê bi awayekî serpêhatiyene vekirî ye.
Xwedêda, xezala dayîk, berxwedanê wenda kurê xezalê yê yekemîn, şaxewan kurê din ê xezalê, verwêşê birîndar xwediyê dikana biçûk, mensûr pakrewanê welat û Tîjdaya Keça xezalê ya biçûk ku pirtûk bi wê re dawî dibe.
Piştî ku em li deşt, zozan û çiyayê şengalê digerin. Serpêhatiya pirtûkê ji xwedêda dest pê dike. Xwedêda lawê şengalê ku bi hezkirinek kurdî û bi lêsûkên xwe yên gundewariyê mezin dibe. Bi hestên xwedêda de ya xortaniya pîrozmendiya şengalê tê nasîn û wisa bi hemû aliyên wê şengal li ber çavên xwîneran tê raxistin.
Pê re nivîskar bi çavê kesayetek din a pirtûkê ku ew jî xezala dayîke. Piştî ku xwedêda de bi xezalê re dizewîce. Vê carê em bi çavê xezalê şengalê nas dikin, lê vê carê ne bi çavên xwedêda xweşkiya şengalê nas dikin, bi çavên xezalê yên bi êş, talanî, wêranî, kuştin, wendabûn, rezaletî û bi perîşaniyê re rû bi rû dimînin. Bi lavayên xezalê destê me li ber xwedê tê vegirtin gelo çawa em ê ji zor û desthildariya dijmin xelas bi gotinên xezalê wiha gotin têne lorandin:
''Mahdera Şêşims mahdera xêrê ye
Mahdera Şêşims mahdera rehmê ye
Mahdera Şêşims mahdera îmanê ye
Ya Şêşims tu me bidî bi xatirê Hesenî Zer Baba û Def û
Şibaba û Quds û Mekke û Medîne û Kabê
Êzdîn emîr babê baba mezinê çendî Sehaba
Ya Şêşims, tu me sitar bikî, tu me xwedan bikî, ji qeda,
ji bela, ji taf û tufana, ji nebûyan, ji bêbextiyan, ji bûxtanan
Ya Şêşims tu hêviyên me û ruhê Êzdîn li dîwana Xwedê bikî
Ya Şêşims tu mebi xatirê dura sipî kî
Ya Şêşims tu me bi xatirê padşayê bêrî kî''
Wiha bi êrîşên dijmin re serpêhatiyên êş li dû êşê mîna xelekê dirêj dibe.
Îcar jî bi berwedanê wenda de. Her û her di kezeba xezalê de hemû kezebên dayîkên kurd bi ser kurên xwe yên wenda de dişewite. Jê şûn ve şaxwanê kurê din ê xezalê ku ew jî riya xwe şaş dike û berê xwe dibe pêlên derya koçberiyê yên welatê din. Li wir çi tê serê şaxwan bi gotina ''ku ez nebû hemwelatiyê fermî yê Almanya, lê ez bûm koçberekî fermî yê Almanyayê'' gotinek bi êş ku li ser dilê me dibe lekeyek ji êşê.
Verwêş piştgirê YBŞ'ê ew jî di ber doza vê xakê de birîndar dibe û her du lingên xwe der dide. Di nava gund, heval û hogirên xwe de gelek tê hez kirin. Ku êdî ew jî dikanek xwe di gund de vdike û pey derbara xwe dimeşîne.
Mensûrê şervanê agir û rojê dide ber qeraxa rê û hemû xaçerên şervatiyê mîna zavayekî welêt erka berxwedana di ber vî gelî de die berxwe heta dighêje asta şehadetê û bi van gotinan serpêhatioya wî bi dawî dibe:
''Em ji her çar aliyê welêt li vir in.
Me xwe kire gor
Da ku hûn azad bijîn.
Em li hev civiyane
Di vê goristanê de
Kurdno!
Hûn jî werin, dora me
Bicivin, bibin yek.
Hilînin ser li ber dijmin
Tola kevin û nû, ya
Şengalê.
Ava bikin ji nû ve
Siberoj ya we ye...''
Bi Tîjdaya panzdeh salî keça xezalê, ku hîna nizane ferman çi ye. Mermiyên vala ên bermahiyên şer dibe şabûnka lêstûka wê. Di nava zarokatî, û menzintiya xwe de tevlîhev dimîne. Lê dawiyê de pir kêfa wê tê gava ku bi tîpên kurdî mezin dibe û wisa ev berhema giranbuha bi dawî dibe.
Tişta her girîng ku di vê berhemê de bala min kişand. Kesayetên ku di vê berhemê de cihê xwe digrin, bi çav û zimanê her yekî ji wan serpêhaiyên xwe yên bi êş û azar a fermana ser şengalê vegotine. Wisa xwînera diber her yekî ji wan wekî ku her yek bixwe bêje ez kî me, û çi êşê dikşînê. Ez hêvî dikim dema ku xwendevan vê pirtûkê bixwîne wêşengala ji bîr bi êşeke tenik bi bîr bînin û hinek çen deqan bi ser xwe û çiyayê şengala birîndar de biponijin. [1]