Hunermend Farqîn Azad albumeke nû bi navê “#Azadî#” derxist û bi ser platformên dîjîtal re belav kir.
Hunermend Farqîn Azad di sala 1969’an de li Farqînê hatiye dinê. Di sala 1988’an de ligel hevalên xwe doma “Serdilan” avakiriye. Dûre di sala 1993’yan de Koma Azad ava kiriye û bi vê komê albumên ”#Şemal# (1994), #Bihuşta min# (2001) û #Şar# (2004) derxistine. Dîsa wî di nav xebakên Şahiya Stranan de cih girtiye. Farqîn Azad yekem albuma xwe ya solo di sala 2008’an de bi navê “#Roj wê bê#” derxistibû. Farqîn Azad ku di sala 2015’an de albuma xwe “Derî” derxistibû niha jî bi “Azadî” hat. Farqîn Azad ku ev çend sal in li Ewropayê dijî, xebatên xwe yên hunerî li wir didomîne.
Albuma Azadî ji 11 stranan pêk tê û niha li ser hemû platformên dîjîtal hat belavkirin. Di albumê de stranên Azadî, Welato, Merşemê, Jiyanek nû, Delalê Bûkê Ciwanê, Şêrînê, Yarê, Deşta Mûşa Me, Hestirê Çavê Min, Xema Nexwe, Keça Şehraza cih digirin.
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:
[1]