Pirtûkeke nû ya çîrokan gihîşt ber destên xwendevanan: “#Topa Xwedê#”. Pirtûka “Topa Xwedê” ku yekem pirtûka çîrokan a #Welat Esen# e ji Weşanxaneya #Aryen# derketiye. Pirtûk 16 çîrokan nava xwe de dihewîne.
Welat Esen girtiyekî kurd e ku ev bi salan e li hundir e. Ev pirtûk jî ji tariya zindanê filitiye û gihîştiye xwendevanan. Pirtûk bi edîtoriya #Dilşêr Bêwar# û redaksiyona #Osman Bozkurt# hatiye amadekirin û Aryen ew weşandiye.
Mekanên çîrokan zindan, çiya, gund û şikeftên welêt in. Tevî ku Welat Esen girtiyekî siyasî ye û kêm zêde 27 sal in di zindanê de ye jî, zimanê wî ji jargona req a siyasî dûr û têra xwe dewlemend û lihevgeriyayî ye. Welat Esen cî bi cî bi çîrokên xwe xemginiyê li meriv bike mêvan jî, meriv ji ken û hêviyê bêpar nahêle.
Welat Esen kî ye?
Nivîskar Welat Esen di sala 1973’yan de li #Dêrika Çiyayê Mazî# hatiye dinê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Di sala 1991'ê de li Zanîngeha Dîcleyê, li beşa Mamostetiya Dîrokê dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye.
Di berfanbara 1995'an de li Îzmîrê hatiye girtin. 27 salên sax in girtî ye; ango bêtirê nîvê temenê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Bûca, Konya, Sîncan, Kirikkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.
“Ev Rû Ev Xerîbî” (helbest, Weşanên Sor, 2021) pirtûka wî ya yekem e û di Pêşbirka Helbestê Ya Arjen Arî de, xeleta yekemîniyê wergirtiye.
“Topa Xwedê” pirtûka wî ya duyemîn e.
[1]