Ma bi navê #Hîç# pirtûk dibe? Belkî jî bersiva vê çima nebe be. Wisa dibêje helbestvan;
Gava ku
te got Hîç (0)
tu qala
destpêka,
destpêka,
destpêka,
destpêka,
destpêka, destpêka, destpêka,
destpêka, destpêka bûyînê,
çêbûnê, jihevguherînê,
jihevzayînê, jihevphîrbûnê dikî/
Gava ku te got Hîç (0) tu qala nîşaneyeke,
vetîreyeke pirrwate, pirrneqş, pirrşewq dikî...
Em qala pirtûka M. Zahîr Kayan bi navê Hîç, Sî-Saya dikin. Hîç çaremîn pirtûka Kayan e ku derketiye. Pirtûka ku ji Weşanxaneya Nûbiharê derket helbestên bi rengên cihêreng hatine nivîsîn cih digirin. Li aliyê din dîzayna pirtûkê jî cuda hatiye çêkirin û bi peyvan, bi rêzkirina helbestan di nav rûpelan de şikil çêkirine.
Di bin beşên bi navê beşa yekem / 9, beşa duyem / 113, beşa sêyem / 191 û beşa çarem / 203 de helbest hatine rêzkirin.
Helbestvan Kayan ku xwedî şêwazeke cihêreng e, di vê pirtûka xwe de jî ev cihêrengî parastiye û ketiye nava kûrahiya helbestê, xwendevan jî ber bi wir ve dikişîne.
M. Zahîr Kayan kî ye?
Helbestvan û wênesaz M. Zahîr Kayan li Agiriyê hatiye dinê. Zanîngeha Erzeromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji destpêka salên 1990'î ve nivîsên wî di rojname û kovarên wekî Ozgur Gundem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen, Tîroj û hwd. derketine.
Ew ligel nivîsîna helbestan wêneyan jî çêdike û bi wêneyên li ser mîtolojiya kurdan re eleqedar e. Heta niha gelek wêneyên wisa ku çêkirina, dîwar xemilandine. Ev van her du xebatên xwe jî didomîne.
Pirtûkên wî yên ku derketine:
- Destanek ji bihuşta winda, 1993, Weşanên Berfîn
- Arzena, 2001, Weşanên Sî
[1]
⚠️ تێبینی: کوردیپێدیا لە دروستیی ئەم بەڵگەنامەیە دڵنیا نییە، هۆکاری بڵاوکردنەوەی بۆ ئەوەیە کە لە پاشەڕۆژدا راستی و دروستیی ئەم بەڵگەنامەیە بسەلمێدرێت.