Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Piştî siyasetmedarê kurd #Selahattin Demîrtaş# hat girtin raya giştî hay jê çêbû ku ew ne tenê siyasetmetar e, bi nivîsê re jî eleqedar e. Wî li girtîgehê helbest, çîrok nivîsîn. Çîrokên wî bi navê #Seher# wekî pirtûkek bi tirkî hat çapkirin û di kurtedemê de bi ser 200 hezar hebî re firot ku ev yek ji her derdorî ve bala raya giştî kişand. Ew Sehera wî niha ji bo kurdî hat wergerandin û çapkirin. Pirtûk ji aliyê #Rêdûr Dîjle# ve hat wergerandin û ji Weşanên Aramê derket. Me li ser wergera wê û bandora ku Seher a kurdî dê li wêjeya kurdî bike bi wergerê pirtûkê Rêdûj Dîjle re xeber da.
Te kengê dest pê kir û çiqas dem kişand wergera wê?
Min di orta Sibatê de dest bi wergera Seherê kir. Berî wergerê min çend caran tirkiya wê xwend, paşê min dest bi wergerê kir. Di 5’ê Adarê de wergera wê qediya. Lê piştî wergerê jî, ji bo kêmasiyan temam bikim çend caran lê vegeriyam. Şaş neyê bîra min, min di 11’ê Adarê de dosye radestî weşanxaneyê kir. Lê belê ji ber hin pirsgirêk û astengiyên di warê fermiyetê de û ji ber rewşa nivîskarê berhemê Birêz Selahattin Demirtaş ku girtiye, ancax me dikaribû niha çap bike.
Di dema wergerê de te qet zehmetî kişand? Ji bo te çiqas zehmet bû?
Hem rihet hem jî zehmet bû. Ji ber hêla xwe ya edebî û xwendinên xwe yên di vî warî de, ne xerîbê wergerê me. Û her wiha ji ber ku zimanê Seherê zimanekî sade û sivik bû, ez pir neêşandim. Lê belê ji ber ku ez dixebitîm, tenê piştî kar min dikaribû werger bikirina. Rojê nêzî 7-8 saetan min karê xwe yê asayî dikir û pişt re jî, rojê 8-9 saetan bênavber min wergera Seherê dikir. Ji vê hêlê ve, zehmet bû. Lê, ji bo navber nekeve navê û werger sar nebe, heta ku min qedand min hewl da bi heman tempoyê dewam bikim. Lew, werger tiştekî wisa ye ku dema navber têkevê û sar bibe, muzîkalîteya metnê detone dibe û tesîreke neyînî li şêweyê dike.
Ji ber kîjan pêdivî te û weşanxaneyê we ev wergerand kurdî?
Weşanxaneyê ji min xwest ez wergerînim û ez jî fikirîm ku wekî her berhemeke edebî ya bi zimanekî din, divê kurdiya Seherê jî hebe û min ev pêşniyaza weşanxaneyê bi kêfxweşî qebûl kir.
Tirkiya wê gelek eleqe dît, ji bo kurdiya wê tu li benda eleqeyek çawa yî?
Belê, tirkiya wê eleqeyeke zêde dît û ne şaş bim di demeke kurt de 17 caran hat çapkirin û nêzî 200 hezar heb hatin firotin. Lê di vî warî de em nikarin tirkî û kurdî berawirdî hevdu bikin. Lew, di warê statu û nasnameya çandeyî de, dezavantajeke zêde ya kurdî heye û jixwe di warê jimarî de rewşa xwînerên kurdî jî kêm zêde li holê ye. Lê ji ber ku hem civaka kurd û bi giştî jî civaka Tirkiyeyê nivîskarê berhemê Birêz Selahattin Demirtaş ji nêz ve dişopîne û di warê siyaseteke demokratîk de hêviyê dide der, wisa bawer dikim ku dê kurdiya Seherê jî bê xwendin û wê ji bo wêjeya kurdî û xwendina bi kurdî liv û tevgereke erênî bide der.
Ger tu Demîrtaş ne wekî siyasetmedar wekî nivîskarekî bibînî, tu dikarî wî deynî kîjan astî?
Eger em nasnameya siyasetmedariyê deynin hêlekê û di ser Seherê re li qelema Demirtaş binêrin, di warê edebî de hêviya edebiyateke hîn qehîmtir û xweştir li mirov peyda dibe.
Gelek kesan ji bo Kemal Burkay digot Tu siyasetê neke, here helbestan binivîse. Ger em wisa bifikirin ji bo Demîrtaş tu çi dibêjî: A- Çîrokan/Helbestan nenivîse, here siyasetê bike. B- Siyasetê jî bike, çîrokan jî binivise. C- Siyaset karê te ye, lê ger tuyê nivîsîna çîrokan jî bidomînî vî aliyê xwe pêş bixe...
Li vir divê em li gor struktura civakî, çandî, aborî û polîtîk li ser vê yekê bisekinin. Lew, rewşa ku civaka kurd têde ye û reng û dengê wê, li gorî konjuktura heyî tiştekî cuda ye. Îjar ji ber ku rewş ev e, carinan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên vê xakê pêdivî bi gelek tiştan dibînin û bi qasî ku dikarin barê civakê ji xwe re dikin derd. Bi ya min şert û mercên ku niha Demirtaş têde ye ev yek lê peyda kiriye û wî jî bi vê hewldana xwe bi riya huner û edebiyatê xwestiye bibe deng û rengê vê civaka kozmopolît. Yanî ez dikarim bêjim, qistaseke wisa tune ye ku kesên siyasetê dikin, bila daxilî tiştên hunerî nebin.
Bi ya min Demirtaş, bi Seherê nîşan da ku ew dikare di warê edebî de jî tiştên xweş bike. Û dema mirov li dîroka siyasî û polîtîk a civaka kurd dinêre, mînakên bi vî rengî gelek in. Ji bo nimûne; Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Mûsa Anter... Ev şexsiyet hem di warê polîtîk û hem jî di warê çand û edebî de gelek berhemên hêja afirandine. Helbet ez ne rexnegirekî edebiyatê me, bi qasî xwendina xwe dikarim bêjim: Di vê çarçoveyê de, dema mirov li Seherê dinêre ji bilî çend çîrokan, hin çîrok baş hatine sêwirandin û Demirtaş samimiyet û huner baş aniye cem hev. Ev yek jî nîşan dide ku eger Demirtaş di vî warî de hewl bide û lê hûr bibe, dê di pêş de tiştên xweştir biafirîne.
***
Rêdûr Dîjle kî ye?
Rêdûr Dîjle di sala 1987'an de li Mêrdînê hatiye dinê û ji 7 saliya xwe ve li Bismila Amedê dijî. Li Zanîngeha Kilîs û Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Fakulteya Aboriyê xwendiye. Her wiha li Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê di warê Çand û Zimanê Kurdî de Lîsansa Bêtez xwendiye. Di 2012'yan de bi navê Eşêfa Temenekî pirtûka wî ya helbestan a ewil ji Weşanxaneya Ronahiyê der derketiye û di sala 2017'an de jî pirtûka wî ya duyem a helbestan Kêsek ji Weşanxaneya Lîsê derket. Romana diduyan a Erebê Şemo Kurdêd Elegezê ji alfabeya Kirîlî veguhast alfabeya Latînî û ji Weşanxaneya Belkiyê derket. Di bin banê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de di koma senaryoyê ya Senarojê de cih girt û di senaryoya sit-com'a Kurdî Malîno ku di Gun TV û Stêrk TV'yê de hat weşandin de, cih girt. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), li Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcleyê (dihaber) xebitî û niha li Ajansa Mezopotamyayê (MA) dixebite.
[1]