Bîra Hevpar û Serpêhatiyeke Trawmatîk di Çinara Mihemed Ronahî de.
Ömer Delikaya.
Kovara: Wêje û Rexne, SS.173- 181, 2015
Di sedsala dawîn de texrîbata li ser erdnîgarî, rih û derûniya kurdan hatiye kirin bi demê re bûye perçeyek ji bîra hevpar a kurdan ku dîroka nêzîk, serpêhatiyên takekesî, hişmendiya zimên a têkçûyî, bişaftinên pirr-alî, karesatên mezin pêkhateyên vê texrîbata domdirêj in. Heta niha kurdan bi nîsbet ji pirraniya gelên din ên cîhanê gellek karesat li ser hesabê bîra xwe ya hevpar tomar kirine. Komkujiyên ku heta niha rû dane yên wekî Qoçgirî, Dersîm, Zîlan, Barzanî, Enfal, Helebceyê û karesatên ku vê taliyê li ber çavên hemû dunyayê qewimîne -Kobanî û Şengal- wekî serencama bi dehan trajediyên ku ji pirr hêlan ve nehatine nirxandin, tomarkirin, şirovekirin, li pêşberî me rawestiyane. [1]