Dilîn Ehmed/#Dêrik#
DerhênerA fîlmê #Berbû# #Sevînaz Evdikê# diyar kir ku çîroka fîlmê Berbû çîroka sê jina ne û beşek biçûk ji êş û berxwedana jiyana koçbera ye. Herwiha da zanîn ku di vî fîlmî de zilma dagîrkeriya dewleta tirkî ya li ser gel, ji cîhanê re tê ragihandin.
Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd, bi Şoreşê re êdî di her qada jiyanê de berhemên xwe derxistin holê. Di qada siyasî, civakî û bi taybetî di qada çandî de, pêşkeftinên mezin bi dest xistin. Berî Şoreşê di dilê Kurdan de mabû hesret ku di sînemayekê de li fîlmekî kurdî temaşe bikin. Herwiha nivîskarên Kurd jî nedikarîn nivisên xwe yê bi zimanê dayîkê, pêşkêşî civak û cîhanê bikin. Niha bi saya projeya Netewa Demokratîk û xwîna şehîdan, li tevayî navendên çandê de ku beşa sînema jî yek ji wan e, fîlm, şano û govendên çanda Kurdî têne pêşkêşkirin.
31`ê Tebaxê li navenda Çand û Huner ya Dijle ya bajarê Dêrikê, filmê sînema ku li Rojava hat çêkirin, bi tevlîbûna gelê bajêr û lîstikvanan bi kelecaneke mezin, fîlmê Berbû hat Pêşandan. Mijara Fîlmê Berbû, çîroka sê jinên bûk di dema dagirkirina bajarê wan dibêje.
Bi temaşekirina fîlm re hestên ku koçberên bi darê zorî ji xaka xwe hatîn derxistin, zîndî dike. Herwiha li hemberî êriş û dagîrkirina dewleta tirk, berxwedan, girêdana gel ya bi xaka xwe re, hat zîndîkirin.
Derhîner û nivîskara fîlîm, Sevînaz Evdikê ye. Sefînaz ji Serê Kaniyê ye û ji 2016`an ve, di Komîna Fîlm ya Rojava de cihê xwe digire.
Sala 2019 sanaryo ya fîlm qediya û di 2020’an de Komîna Fîlm ya Rojava dest bi kişandina dîmenê fîlm kirin. Kişandina fîlm du mehan dirêj kir.
Têkildarê mijarê Endama Komîna Fîlm a Rojava û derhênera fîlmê Berbû Sevînaz Evdikê, lîstikvan Barîn Reşo û Rozelîn Îbrahîm ji rojnameya me re axivîn.
Derhêner Sevînaz Evdikê diyar kir ku armanca wan ji çêkirina fîlmê Berbû ewe ku, êşa gel ya ji ber dagîrkirina dewleta tirk ji xaka wan re û zehemetiyên koçberiya wan, ji cîhanê re parve bikin.
`Cihê ku berxwedanî hebe hêza jinê jî heye`
Derhêner Sevînaz axaftina xwe wiha domand: “Fîlmê Berbû, beşek pir biçûke ji çîrokên koçberên Serê Kaniyê. Lewra êşa dagîrkirinê pir mezin bû, lê li hember wê jî berxwedaniyek pir mezin jî hebû. Armanc ji fîlmê Berbû jî ewe ku ez beşek ji çîrokên gelê Serê Kaniyê, bi taybetî çîroka jinan zîndî bikim, lewra yên ku herî zêde di rewşên şer de zerarê dibîne jin in. Ji bo wê min xwest bi rêya vî fîlmî, çîroka sê bûkan pêşkêşî cîhanê bikim.”
Herwiha Sevînaz da zanîn ku dema dest bi nivîsandina sanoryoya fîlm kir, di despêkê de bandora kef û şerê teybet yê li ser gel, destgirtiye. Herwiha da zanîn ku piştî bajêr ji aliyê dewleta tirk ya faşîst ve hatî dagîrkirin, sanaryo ya fîlmê dirêj bûye.
Li ser zehmetiyên çêkirina film, Sevînaz diyar kir ku ji ber bandora nexweşiya Korona dema çêkirina fîlm 2 salan dirêj kiriye. Herwiha da zanîn ku wan ji aliyê derfetên teknîkî de jî pir zehmetî kişandîne.
Sevînaz axiftina xwe wiha domand: “Ji bo kişandina hin dîmenan em neçar bûn ku koçberên xwe yên Serê Kanê ku di kampande bi cih bûne, tevlî nava fîlîm bikin. Ev yek ji aliyê me jî, ji aliyê wan ve jî pir zehmet bû. Ji ber ku careke din birînê wan vedibû, careke din ew roja reş dihat berçavên wan û pir hestiyar dibûn.”
`Bi hêvîme fîlm bi dilê we be`
Endama Komîna Fîlm aRojava Sefînas Evdikî li ser girîngiya çanda fîlman û çalakiyên çandê, axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em wek sînemager dixwazin gelê me li fîlman temeşe bikin, çanda sînemayê belav bibe. Lewra di riya çalakiyên çandî de mirov dîrok û êşa gelê xwe ji cîhanê re tîne ziman û ez spasiya hemû kesê ku bi me re bûn alîkar dikim. Lîstikvan, dîmenkêş û ekîba heyî hişt ku ev fîlîme bi serkeftî bê çêkirin û pêşkêşkirin û em wek ekîb bi hêvîne ku fîlm bi dilê gelê me be.”
`Nehêlin ti kes di heqê we de biryara bistîne, hûn xwedî biryar bin`
Lîstikvana bi navê Rozelîn Ibrahm ku di fîlm rola endama Yekineyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe girtibû, diyar kir ku di fîlm de hêza jin ya di hemû qadên jiyanê de hat diyar kirin û axaftina xwe wiha domand: “Di film de çîroka sê jinên bûk tê destgirtin, rola min jî xwîşka bûkekê ji wan ne. Ji xwe yê fîlm temaşe bike wê bibîne ku jin ji her alî hêz û moral dide derdorê xwe. Di rêya vî filmî de civak cardin tê şiyarkirin ku jin îrade û hêza civakêye û xwedî bîryara jiyana xwe ye.”
Rozelîn da xuyakirin ku rola her jinekê di fîlîm de serpêhatiyeke rastya jinekê ye û got, me di fîlm de hest dane diyarkirin ku, jin divê bizanibe ku li her cih û rewşê de xwedî îrade û biryare, divê biryara jiyana xwe nehêle di destê ti kesê de. Herwiha jin di her tekoşinê de bûye hêza berxwedan û serkeftinê.”
Rozelîn Îbrahîm di dawiya axiftina xwe de got, çalakiyên çandî bi taybetî çêkirina rêzefiliman pir girîneg e. Lewra mirov di riya fîlman de êşa civaka xwe dikare bîne ziman. Çimkî çand û huner neynika civaka xwe ye.
`Me rastiya jiyana xwe di fîlm de dît`
Li ser heman mijarê Barîn Reşo jî ku di fîlm de rola bûkê lîstiye wiha axivî: “Di fîlm de ez bûka ku kêfa wê negiya serî, bûm. Ez wek kesayet wiha dibêjim ku rola me lîstî, rastiya ku em niha jiyan dikin e. Di rewşa şer de hertim ya ku êşê dikşîne û di heman demê de hêzê dide derdorê xwe, jin e. Lewra jin dayîke, xwîşke û heval e. Di fîlmê Berbû de jî hêza jinê ji civakê re tê diyar kirin ku jin dikare her karî bike, çandî, siyasî û civakî. Nameya ku em dixwazin bigihînin civakê ewe ku cihê jinê ne karê malê ye. Ji xwe şoreşa Rojava bi tekoşina jinê ava bû.”
Hejayî bîrxistinê ye ku ji ber ku fîlm li bajarê Dêrikê hatibû çêkirin cara yekê li wir hat pêşandan û hatiye plansazkirin ku fîlm li hemû bajaran were pêşandan.[1]