Jixwe di vî welatî de dilê me bi çar caran xencer lê hatiye daçikandin û her demê, her zemanê, her carê, her rojê û her kêliyê serê wê xencerê birîna çar parçeyên kurdistanê tûj dike. Gelê kurd wisa ye dema ku ji dayîk dibe, di destekî de jiyan û destê din de êşa jiyanê dikşîne. Kesên ku dixwazin êşê nas bikin bila werin, bila li êşa kurdan vegerin, kesên dixwazin kuştin, talan, azarî, xemgînî, serkeftin û pêşengtiyê nas bikin, bila li rûpelên dîroka kurdan vegerin û nas bikin. Kesên ku kurdan nas neke, wê êşên neteweyên din jî tu carî nas neke. Em bi êş ji dayîk dibin, bi êşê mezin dibin û bi êşê jî dimirin. Ewqas êş û zehemtî ji me hez dike, layîqî me ye ku ew jî bûye parçeyek ji jiyana me. Em tu carî nikarin dev ji êşa xwe berdin. Di vê rojavayê kurdistanê de şer, berxwedanî û berdewamiya riya azadiyê bi hev du re têne meşandin. Lê ka em binêrin komkujiya şengalê, komkujiya 25'hezîranê, komkujiya cizîra Botan, komkujiya şêxmeqsûd û hîna jî em ê bêjin komkujiya çi, qey êdî têne jimartin jî?
Di vî welatî de tenê rengê xwînê li bejna me tê, ji bilî wê tu reng li me nayên. Rengê sor sembola serkeftin û azadiyê ye, azadiya ku bi xwînê tê qezenckirin, azadiya milîtaniya ku rengê xwe dide, azadiya ku kurdan tenê bi êşê dike kurd!..
Ku pirs bê kirin kurd bi çi têne nas kirin, wê bersiva wê jî bê goman êş be, ji ber ku kurd xwediyê êşê ne.
Li şêxmeqsûdê zarok li ser dengê mermiyan şiyar dibin û ji dayîka xwe re dibêjin: ''Rojbaş dayê, kanî vê sibehê tûtikên mermiyan li kolanan pir nebûne ku ez pê bilîzim?'' lêstûkên zarokan tenê bûne ew hawinên ku di nîva erdê yê neteqiyayî, di wê lêstkûkê yan dê bimre yan jî dê lêstûka xwe bi serkeftî bilîze..
Li şêxmeqsûdê gora sivîlan berê amade ye, dayîk û zarok nizane kengî dema mirina wan e, bê wext bi bombebaranê xanî bi ser wan de tê hilweşandin, ew gora wan e. Û ew tevî bîranîn, jiyan û mirinê di wê wextê de, li xezeba çavên wan tê wer kirin, ew tev têne tepisandin.
Li şêxmeqsûdê her sibe gotinên êşê, ji devê wan wekî agir dibare, kî bikeve ber, wê li ber zîqînî, awir û gotinên wan bişewite. Ma kî li wir heye ku bişewite?!
Tenê kurd û YPG'ê li wir in, ew jî berxwe didin! Û wê her tenê ew li wir bimînin!.
[1]