Piştî buhara gelan a ji Tunisê destpê kirî, derbasî Sûriyê bû. Gelê wê jî di 15`ê Adara 2011`an de ji bo guhertina demokratîk, çalakî dane destpêkirin û roj bi roj çalakiyên xwe berfireh kirin. Hikûmeta rêjîma Baas xwe li vê rewşê ranegirt û bi guleyan bersiva çalakvanan da û bi sedhezaran qetil kir.
Dewleta Tirk û hin aliyên din jî di nava vê rewşê de destê xwe avêtin şoreşa gel û xwestin ji bo berjewendiyên xwe û pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê, ketin tevgerê. Îcar ji bo vê derbarê bi sedan komên çete ava kirin û di hemû qadan de destê xwe avêtin nava karûbarê gelê Sûriyê.
Di rewşeke wiha de nîştecihên Rojava, tekoşîna xwe li ser esasê paradikmaya Netewa Demokratîk dan meşandin û di encamê de roja 19`ê Tîrmeha 2012`an yekem bajarê xwe #Kobanê# ji rêjîma Baas rizgar kirin. Bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re bajar li pey bajarî hatin rizgarkirin û gel ji bo rêveberî û çareseriyên aloziyên xwe sazî û dezgehên taybet ava kirin.
Ev rewş heta 2014`an wiha bû, di 21`ê Çileya wê salê de #Rêveberiya Xweser# a herêma #Cizîr#ê hate damezirandin û paşê li Kobanê û #Efrînê# jî rêveberî hatin damezirandin. Pê re jî êriş û dijberiya wê rêveberiyê mezin bû, heta çeteyên DAIŞ’ê êriş pêk anî û bi serkêşiya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê, ji hemû aliyan xwest dawî li rêveberiya ku xwe dispêre bingeha hêza civakê û hevgirtina pêkhateyan, bîne.
Lê di wê rewşa êriş, dorpêç û tundiyê de gelek herêm hatin rizgarkirin û rêveberî hîn zêdetir hatin berfirehkirin. Ev jî bû sedema pêwîstiyeke din a avakirina Rêveberiyeke yekgirtî ya di nava hemû herêmên xweser ên Bakurê Sûriyê de.
Ji lewra di 6`ê îlona sala 2018`an de li Eyn Îsa jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mîrasê tekoşîna şoreşa 19’ê Tîrmehê û avakirina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê hate ragihandin.
Edî hemû rêveberiyên heyî di bin banê wê de, kar û planên xizmetguzarî, rêveberî, siyasî û civakî didan meşandin. Aliyên dijber û di serî de dewleta Tirk û hikûmeta Şamê jî, bê navber dijberiya xwe dewam kirin û dest bi reşkirina rêveberiyê kirin. Herwiha îdaya parçekirina Sûriyê û qutkirina xaka wê xistin rojevê. Îro, ango piştî 4 salan rêveberiya Xweser bû mînaka çareseriyê ji hemû aloziyên heyî yên Sûriyê re.
Tevî hemû zor û zehmetiyên heyî û hemû kêmasiyên heyî jî, em dinerin rewşa heyî ya herêmên Rêveberiya Xweser ku di bin dorpêça aborî, şer û gefan de ye, ji hemû herêmên din ên Sûriyê baştire.
Em dibînin xelkên Siwêda û Idlibê jî, xweziya xwe bi pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser a xwe dispêre sîstema ne navendî ku mafê hemû pêkhateyan diparêze, dikin. Herwiha vê sîstemê bi hemû awayî karî mafê jinan biparêze û jinan di hemû qadên jiyanê de bike pêşeng.
Ji ber wê jî her kes êdî wê baş dibînin ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tekane mînak û riya çareseriya aloziya li Sûriyê û tevahî herêmê ye. [1]
DILYAR CIZÎRÎ