Meclisa Malbatên Şehîdan a #Qamişlo#, israra dewleta Tirk a dagirker di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber #Abdullah Ocalan# de şermezar kir û got armanca wan astengkirina pêvajoya demokratîk û têkbirina deskeftiyên gel e.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo der barê binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, digel bêdengiya civata navneteweyî, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Hêvî El Seyîd ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Em ê heta nefesa dawî parastina rûmet û îradeya xwe bikin, em di parastina pîroziyên xwe yên ku berdêla wan fedekariya bi hezaran şehîd û bi deh hezaran birîndar e, di bicihanîna erka xwe de, kêliyekê jî xemsar nabin.
Rewşa ku îro em tê de ne, bi saya felsefeya biratiya gelan ku li herêmên me rê li ber şerên etnîkî û mezhebî girtiye ye.
Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên li ser gelên herêmê difikre ku dikare salên berê yên zulm û koletiyê li vê erdnîgariyê vegerîne. Bi hemû rêbazên pêşketî hewl dide demokrasiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û destkeftiyên gelê me li her derê derbe bike.
Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê hemû çekên teknolojî bi kar tîne, lê vîna gerîlayan ji hêz û çekên wan xurttir e û zirarên mezin gihandin dijmin.
Dagirkeriya Tirk bi rêya çete, topbaran û êrişên balafirên xwe yên bêmirov hewl dide destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe.
Armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan ew e ku terorê belav bike da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike, operasyonên tirkkirinê dest pê bike û şikestinên xwe yên hundir û derve di bin durişmeya ewlehiya xwe ya neteweyî de veşêre.
Polîtîkayên tecrîda li ser rêbertî, para mezin a hemleya dewleta Tirk a li dijî gelê me û têkbirina îradeya wî bû. Di encamê de tişta ku pêk hat îradeya pola ya rêbertî bû ku bi gelê xwe re bû yek û ji bo serketinê bi biryartir bû.
Em dev ji mafên xwe yên rewa bernadin. Divê cîhan li kêleka doza gelê me yê adilane bisekine û ji bo çareserkirina wê, çareyan deyne.
(hs)
ANHA
[1]