Navenda Pena #Kurd# kongreya xwe ya 11’emîn roja 9’ê Tîrmeha 2022’yan li bajarê Oldenburgê bi beşdariya zêditirî 70 endaman pêk anî. Kongre bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk hat û der barê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandin hatin kirin.
Di kongreyê de di serî de Serokê PENa Navneteweyî û endamê Navenda PENa Kurd birêz Bûrhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PENên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.
Di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya ku ji 9 endamên esil û 6 endamên cihgir pêk tê bi dengê 67 endaman hat hilbijartin. Her wiha di kongreyê de serokên şanaziyê yên Navenda PENa Kurd birêzan Dr Bêrîvan Doskî û Dr Zerdeşt Haco bi boneya xebatên ku heta niha ji bo Navenda PENa Kurd kirine hatin pîrozkirin û xelatkirin. Piştî hilbijartinê kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PENa Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê birêzan Dr Bêrîvan Doskî, Abdullah Hicab û Kemal Sîdo pêk hat. Di civînê de karbeşî hat kirin û Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî, Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî hatin hilbijartin.
Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd ên ku di kongreya 11’emîn de hatin hilbijartin li gor rêza alfabeyê ev in:
Endamên Esil:
1. Anîsa Cehferîmehr
2. Dêrsim Oremar
3. Dilşad Xoşnaw
4. Dilşa Yûsif
5.Dîmen Sohrabî
6. Mesûd Eqil
7. Omer Fîdan
8. Roza Metîna
9. Salihê Kevirbirî
Endamên Cihgir:
1. Heval Dilbihar
2. Mîrhem Yîgît
3. Resûl Geyîk
4. Ronî Stêrk
5. Sultan Yaray
6. Şine Fayiq
Navenda Pena Kurd[1]