Fener….
#Idrîs Henan#
Her rojek ji ya berê zêdetir dixuye ku siyasetên Tirkiyê li hemberî herêmê neguherîne û ne jî tên guhertin. Tevî hemû hewlên wê yên nêzîkbûna bi welatên Ereb re û idiayên têkîliyeke bê şert û merc ku destwerdana karûbarên navxweyî yên welatên Ereb neke, lê bi daxuyaniya xwe ya li dijî encamnameya civîna pêncemîn a Komîteya Wezîran a têkildarî şopandina destwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxweyî yên welatên Ereb de ya bi serokatiya Misir û endamtiya Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrên û sekreterê giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Abûl Xeyt, bandora berdewamiya helwestên Erebî li dijî Tirkiyê diyarker bû.
Komîteya Wezîran di daxuyaniya xwe de tekezî li biryarên Komkara Erebî yên berê, kir. Herwiha fikarên xwe ji hebûna leşkerî ya Tirkiyê li ser xaka hinek welatên Ereb, binpêkirinên Tirkiyê ji biryarên NY yên têkildarî ambargoya çekan li ser Lîbyayê, eşkere kirin. Komîteyê tekezî li nerewabûna leşkerî ya Tirkiyê li Îraq, Lîbya û Sûriyeyê kir û xwest ku artêşa Tirkiyê ji wan deveran, bê şert û merc, vekişe. Komîteyê her cure binpêkirina demografîk li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, weke herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewama binpêkirina serweriya hin welatan, şermezar kir. Komîteyê daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê ji mafê avê yên Îraq û Sûriyê re bigire û avakirina bendavan li ser çemên Firat û Dîcle rawestîne.
Tişta balkêş ew e ku itîraza aliyên nava civînê de, yên weke Qatar û Somalê, li ser daxuyaniya Komîteya Wezîran, weke berê nîn bû. Tişta ku li kêfa Tirkiyê nehatiye ew e ku; destwerdanên wê weke gefa li ser ewlekariya neteweyî ya Ereban hate dîtin. Ji lewre; jê hate xwestin ku di zûtirîn dem de, hêzên xwe û çeteyên xwe ji van welatan derxîne û li welatên Ereb, piştgiriya rêxistin û komên radîkal neke.
Bi encamnameya civîna 5’emîn a Komîteya Wezîran a têkildarî şopandina destwerdanên Tirkiyê, di nava karûbarên navxweyî yên welatên Ereb de, diyar bû ku hîna gomanên kûr li ser reftarên Tirkiyê hene. Çendîn hewl da be nêzîkatiyên xwe bi welatên Ereb re sererast bike jî, lê dewama destwerdanên wê yên leşkerî li herdu bakurên Sûriyê û Îraqê, mudexeleya kirîza Yemenê, liv û tevgera wê ya li rojhilatî Behra Spî, transforma çekan ji Lîbyayê re, li rex hemû metirsiyên li jor hatine rêzkirin, bêbaweriya herêmî û navdewletî bi reftarên Tirkiyê re kûrtir dike.
Di bingeha daxuyaniya Tirkiyê de, pêhesîneke bi îzolasyona xwe ya herêmî û navdewletî heye. Lewra, di dawiya daxuyaniya xwe de zimanê xwe nerm dike û ji welatên Komkara Erebî re dibêje ku ew amade ye bi hemûyan re bixebite!
Dewleta Tirk piştî ku di êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê de bi bin ket û nemerdiya pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îzoleya ku jiyan dike, hewl dide belansa têkîliyên herêmî û navdewletî ava bike û terazûya ku deh salin bi kirîza li herêmê re ji dest daye, zindî bike. Lê çawa di rêbazên xwe yên şer û qetilaman de nekariye bi ser keve, wê nikaribe bi van siyasetên maskweşyayî re jî bi ser keve. Ji ber wê heqîqeta çors a Tirkiyê ku bi berxwedana Çiyayên Azad re rût maye, dostên wê yên fena Qatar û Somalê ku pişta xwe pê germ dikir, encamnameya civîna Komîteya Wezîran erê kirin. [1]