Nasnav: Sara #Agirî# Serhildan
Nav û paşnav: Salîha Kaya
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Ayşe-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2022 / Zap
Herêma Serhedê ya welatparêz, bi xwedîderketina li meşa azadiyê ya gelê me re, ku Rêber Apo ji xweliyên wê jinûve afirand, di pêşvebirina têkoşîna me de tevkariyên mezin kir. Herêma Serhedê ku timî dilsozê nirxên Kurdistanî ma û çand û dîroka me timî lê zindî ye, mîsyona xwe ya berxwedêriyê ti carî ji dest neda û bû yek ji qadên destpêkê ku têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê lê girseyî bû.
Hevrêya me Sara jî li Agiriyê ku pêşengiyê ji çanda berxwedanê ya Serhedê re dike, li nava malbateke me ya hêja ya dilsozê çanda Kurdistanî ji dayik bû. Hevrêya me ku li nava malbateke welatparêz a li Giyadînê mezin bû, mîna gelek Kurdên ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve mehkûmî xizaniyê hate kirin û hewl dide bi keda xwe li ser piyan bimîne, kedkarî zû nas kir. Hevrêya me Sara li hemberî şert û mercên giran û zexta civakî têkoşiya, taybetmendiyên jinê yên kevneşop ên li malê rûniştî ku sîstemê afirandiye, qebûl nekir û her cara ku firsend dît ev yek ji bo pêşvebirina xwe bi kar anî. Hevrêya me Sara bi hewldana xwe çû zanîngehê, di beşa elektrîk-elektronîkê de xwend û di dema xwendina zanîngehê de derfet dît ku tevgera Apoyî ji nêz ve nas bike ku timî meraq dikir û dişopand. Hevrêya me Sara Îdeolojiya Rizgariya Jinê nas kir ku Rêber Apo pêşkêşî jinên bindest hemûyan kiriye, lehengên ku ji aliyê PKK'ê ve hatine afirandin nas kir û tevlî karên ciwanan bû. Di nava sîstemê de ku jin tune tê hesibandin, îdeolojiya Rêber Apo hêz û moraleke mezin da wê. Weke jinekê her ku xwe nas kir, hîn bêhtir bû dilsozê Rêber Apo û têkoşînê. Ji bo bibe milîtaneke rêya rast a Rêber Apo bêsekin ked û hewl da.
Hevrêya me Sara bi karê ciwanan re hem pêşengîj i ciwanên Kurd re heml jî ji civaka Kurd re kir, hewl da wan zane bike û bi têkoşîneke hîn xurtir bersiv da zextên rejîma Tirk a faşîst. Li dijî zilm û zordariya dagirkeran, hevrêya me Sara bi nasnameya jin a azad li ber dijmin rabû. Dewleta Tirk a mêtinger ku hewl dida serî bi hevrêya me Sara bide tewandin, îradeya hevrêya me bişikîne û wê ji Rêberê me û tevgera me dûr bixîne, ew girt. Hevrêya me Sara sê salan li Erzîromê li zindanên dewleta mêtinger dîl hate girtin û mîna bi hezaran hevrêyên me pêvajoya zindanê ji xwe re kir dibistaneke pêşvebirinê. Her ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, hîn bû ku weke jinekê ji hêza xwe bawer bike û nasnameya xwe ya jin a azad bêhtir destnîşan kir. Sala 2015'an piştî ku ji zindanê derket, bi daxwaz û enerjiyeke hîn mezintir li Amed, Riha, Stenbol û gelek bajarên Kurdistanê, her wiha li metropolên Tirkiyeyê pêşengî ji karên jin û ciwanan re kir. Hevrêya me Sara bi felsefeya Rêber Apo jiyana azad û rasteqîn nas kir û qaşo derfetên ku sîstemê pêşkêş dikir, red kir û sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû.
Demekê di nava karên Komalên Ciwan de ma, danhevî û tecrûbeyên xwe gihand hevrêyên xwe yên ciwan, piştre jî ji bo karibe li nava refên Gerîlayên Azad ên Kurdistanê şareza bibe derbasî qada perwerdeyê bû. Hevrêya me Sara bi perwerdeyê xwe ji nû ve afirand, di şexsê hevrê Sara (Sakîne Cansiz) de ku navê wêl i xwe kir, ji bo hêjayî şehîdan bibe bi her awayî tevlî nava têkoşînê bû. Li her qada ku lê ma, bû milîtaneke mînak a xeta PKK û PAJK'ê, bi hevrêyên xwe re bû yek, pratîkeke xurt nîşan da. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî leşkerî ve zû xwe bi pêş ve bir, danheviyeke mezin kom kir, derbasî herêma Zapê bû û heta şehîd bikeve têkoşîneke bênavber meşand.
Hevrêya me Sara refên grîla weke 'warê avakirina jiyana nû' pênas kir û ji bo her kêliya jiyana gerîla ya pîroz bi wate bike, têkoşiya. Ji xwe re kir esas ku hevrê Zîlan û Sema bişopîne, bi vî rengî bi fedaîtî jiyan û şer kir. 14'ê Nîsanê li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger li ser Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, tevî hevrêyên xwe derba destpêkê li dagirkera xist. Hevrêya me Sara li Herêma Berxwedanê ya Kurojahro di çeperan de pêşengî ji berxwedanê re kir û soza da şehîdên pîroz bi cih anî. Heta kêliya şehadetê, bêteredût li dijî dagirkeran şer kir û bû yek ji mînakên herî bedew ên jin a Kurd a bi rûmet. Hevrêya me Sara bû mînaka şênber a têkoşîna me ya ber bi serketinê ve.[1]