Li Amerîkayê mamosteyek di akademiya leşkeri da dixwaze bi xwendevanên xwe ra rêzefîlma #Ҫîrok#a Dîk û Rovî bide temaşekirin.
Rojekî dersxanê amade dike û rêzefîlmê dide temaşekirin.
Navê fîlimê jî “Mirîşka Piҫûk e.”
Di koxê mirîşkan de gelek mirîşk û varik, yek jî dîkekî qert dijî. Li derdora kox jî her roj rovîyek digere.
Dîkê qert, ji ber ku rovî nekeve nav kox û mirîşkan nexwe, wan diparêze. Derîyê kox kîp digre û nahêle mirîşk derkevin der. Gava ku mirîşk dernakevin der, bê qût û av tî û birçî dimînin, zeyif dikevin û mezin nabin. Dîkê qert, ji bo ku mirîşk ji birҫîna nemirin, her roj tenê yek libekî garis dide wan.
Rovî, vê yekê dibîne û li der û dora kox li fersendê diğere, lê nikare bikeve kox. Rojekî li peşiya kox, qulikekî piçûk vedike û bi dengekî nerm bang li varikekî nêr dike. Dema kû varik ber bi wî tê hinek garis davêje ber. Varika nêr her roj tê li ber qula ku rovî vekirîye, ji rovî garis digre û vedigere. Rovî piştî demkî şûnda ji her rojî zêdetir garis dide varika nêr. Ew jî garisê xwe dixwe yê ji ber dimîne jî dibe û li mirîşkan parve dike. Mirîşk jî hêdî hêdî li dora varika nêr kom dinmîn û gor daxwaza wî tevdigerin.
Qûwet û hêza dîkê qert hêdî hêdî kêm dibe û li derdora wî mirîşk namînin.
Varika nêr hêdî hêdî mezin dibe û di nav mirîşkan de meşhûr dibe. Mirîşk li derdora wî kom dibin. Rovî tam fersendê dibine û bi dizî gelekî garis tîne û li ber derîyê kox alî derva dirişîne. Mirîşk vê yeke dibinin û di hûndîrê kox da, ji bo vekirina derî dikevin nav gengeşiyan. Pişt ra bi dîkê piҫûk ra baweriya xwe tînin û bê tirs derî vedikin. Bi têra xwe garis dixwin û şûnda vedigerin. Di kox da tirsa mirîşkan kêm, zikê wan jî têr dibe. Rovî, rojekî din li pêş hewliya kox bêtir garis dirêşîne.
Mirîşk jî êdî bê tirs li pê dîkê piҫûk derdikevin derva û zikê xwe têr dikin. Dem derbas dibe, mirîşk di kox da têr dixwin û xurt dibin.
Rovî edî bi fenê xwe û bi tevgera dîkê piҫûk bawerîya xwe tîne, lê difikire ku pîlana xwe ҫawa bi rêk bîne.
Rovî şevekî, ji derê kox, heta derê şikefta tê de dijî, zede garis direşîne. Pişt ra, bi kelecan di kuncikê şikeftê tund dibe û li benda hatina mirîşkan disekine.
Bi berbanga sibê re mirîşk bê tirs û xof, wek her roj ji kox derdikevin. Ji ber derê kox bi qûtandina garis, heta derê Şikefta rovî terin. Hemû mirîşk yeko yek dikevin hûndirê şikeftê. Dema ku dawî li mirîşkan tê, rovî bi lez û bez radibe, derîyê şikeftê li ser Mirîşkan da kîp digre û fîlim jî di wê da xilas dibe.
Mamoste, derdikeve ser kursî û ji mezûnan ra dibêje, we fîlm temaşe kir. Hemû welatên sêyemîn ê cîhanê îro bi vî awayî têne birêvebirin. Niha ji bo we ҫar pirsên min hene.
Kox ku derê ye?
Dîkê Qert kî ne?
Dîkê piҫûk ki ne, niha ҫi dikin?
Pirsa herî grîng, rovî kî ne?
Her xwendevanek gor zanebûna xwe bersiva van pirsan didin û roj diqede.
Lê mirov dikare ji vê bûyerê bi hezaran pirs û pirsgirêkan derxîne.
Jiber k udi kitêba dewletan da dostani cîh nagre, bi taybetî dewletên mezin, ew tenê ji bo berjewendiyê xwe hen in!
Îro li çar parçeyên Kurdistanê jî rewşa Kurdan jî weke ҫîroka dîk û rovî ye.[1]